Civak

Li Wanê êrîşa çekdarî: 2 mirî, 2 birîndar

Nîqaşa ku duh bi şev li navçeya Erdîşa Wanê di navbera du malbatan de destpêkirît, danê sibehê li ber nexweşxaneyê berdewam kir. Di êrîşa çekdarî ya li ber Nexweşxaneya Erdîşê de gumanbarê ku ji bo muayeneyê anîn nexweşxaneyê û xebatkarê nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin bûyer duh êvarê li navçeya Erdîşê ya Wanê rûda. Aydin Tokay di çarçoveya lêpirsîna ku ji ber sedemeke nediyar di navbera du malbatan de şer derketibû hat binçavkirin.

Dema gumanbar Aydin Tokay danê sibehê bi polîsan re ji bo kontrola tenduristiyê dibirin, G.D. yê bi çekê êrîş kir.

Aydin Tokay li cihê êrîşê jiyana xwe ji dest da xebatkarê nexweşxaneyê Emrah Budak ê ku bi guleya ji serê xwe bi giranî birîndar bû, rakirin emeliyatê. Emrah Budak xilas nebû.

Êrîşkar G.D. Dema ku dixwest bireve ji aliyê polîsan ve gule li lingê wî ket û hat binçavkirin.

Li qada nexweşxaneyê tevdîrên ewlehiyê yên berfireh hatin girtin, der barê bûyerê da lêpirsîn hat destpêkirin.

Back to top button