Polîtîk

PWK:–Biryara tayin kirina qeyûman, tune hesibandina îradeya dengdêran e

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK):

Biryara tayin kirina qeyûman, tune hesibandina îradeya dengdêran e

Wezarete Navxwe ya Komara Tirkîyeyê, Serokê Şaredarîya Mêrdîn, Batman û Halfetîyê ji wazîfeya wan wergirt û li cîhê wan qeyûm tayîn kir.

Biryara tayîn kirina qeyûman, tune hesibandin û binpê kirina îradeya dendêrên Mêrdîn, Batman û Halfetîyê ye. Biryareke sîyasî ye, li dijî pîvanên demokrasîyê ye, nayê qebûl kirin.

Em biryarên tayîn kirina qeyûman şermezar dikin.

Divê serokên şaredarîyên Mêrdîn, Batman û Halfetîyê vegerin ser wazîfeyên xwe.

04.11.2024


Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Back to top button