Îran: Nakokî di navbera hikûmetê û parlementoyê de
Çavdêrek siyasî li Tehranê bo Evro diyar kir ku hikûmeta Mehmud Ehmedî Nejad niha yasayekî nû rêkiriye perlemanê Îranê û li gor wê yasayê hikûmet dikare bi hemû rengan çavdêriyê li ser karê endamên perlemanî bike û heger viya dikare endamên perlemanî ji kar bigire û heta wan radestî saziyên yasayî jî bike û got: Mehdî Kerubî serokê berê yê perlemanê Îranê jî bi rêya daxuyaniyekî fermî ew pilanê hikûmetê wek dikitaturî bi nav kiriye û daxwaz ji endamên perlemanê Îranê kiriye ku bi tundî dijberiya yasayekî wesa bikin, ji ber ku hikûmet dixwaze nûnerên gel di xizmeta desthelata xwe da bikarîne û ew yek jî dê Îranê ber bi dikitaturiyetê bibet û çi rola nûnerên gel namîne.
Navibirî her wesa diyar kir li gora wê yasayê hikûmet dê bişêt bi hemû rengan çavdêriyê li ser karê endamên perlemanê bike û dikare bi hemû rengan maytêkirinê di karê perlemanî da bike û ji ber hindê jî perlemanê êdî nikare yasayên serbexu derxe, ji ber ku heger yasayek di berjewendiya hikûmetê da nebe dê hikûmet nehêle ku ew yasa bihête derxistin û ji ber hindê jî çi rola endamên perlemanî li Îranê da namîne.
Ji aliyê dî Mîrihsên Musewî yek ji dijberên hikûmeta Ehmedî Nejad jî diyar kir hikûmet dixwaze bi rolê perlemanî jî rabe û nûnerên ku ji aliyê gel hatine helbijartin jî di bin çavdêriya xwe bihêle û nehêle ku ew bi karê xwe rabin û got: perlemanek wesa dê tinê navê xwe hebe û nikare çi karekî bike, ji ber ku hikûmet dê bi hemû karan rabe û ew yasayê hikûmetê jî bi wê yekê da perlemanî marcînal bê karîger bihêle û divêt endamên perlemanî bi hemû rengan dijberiya wê yasayê bikin û nehêlin ku hikûmet nûnerên gel bike wesîleyek ji bo armancên xwe, ji ber ku çi rolê nûnerên gel piştî pesendkirina yasayekî wesa namîne û dê sîstem bi temamî ber bi dikitaturiyetê ve biçe û encamên wî dê metirsîdar bin.
Beriya niha jî serokê perlemanê Îranê Elî Larîcanî rexneyên tund arasteyî hikûmeta Ehmedî Nejadî kiribû sebaret bi hindê ku hikûmet bêyî rizamendiya perlemanî gelek yasayan derdixe û karî pê dike û çi agahiyan jî nadete perlemanî û eger wesa berdewam bike dê perleman jî helwestê xwe hebe, belê piştî vê yekê jî serok komarê Îranê her li ser helwîstê xwe berdewam bûye û niha jî ew piroje yasa dihête wê wateyê ku hikûmet dixwaze bi rêya wê piroje yasayê perlemanê Îranê bixîne di bin kontirula xwe û layenê rîfurxwaz jî wesa dibînin ku eger wesa be dê sibahî hikûmet bi sanahî bişêt wan endamên perlemanî ku layengeriya rîfurmxwazan dikin ji perlemanî derbixînin û di demekî wesa da perleman jî dê bibe yek ji saziyên dewletê û nikare nûneratiya îradeya gelên Îranê bike.
Çavdêrên siyasî li Îranê dibêjin ku Ehmedî nejad dixwaze dikitaturiya xwe li ser civaka Îranê ferz bike û bi rêya wê piroje yasayê desthelata perlemanî û rola wê ya ku her çend niha jî gelek kême kêmtir bike û her tişt di bin çavdêriya hikûmetê da be. Û di heman demê da gelek sazî û kesayetiyên dîmukirat li Îranê û der ve jî dijberiya xwe nîşan didin û daxwaz ji serokê perlemanê dikin ku helwîstê xwe dijî Ehmedî nejad û siyasetên wî nîşa bidin, ew siyasetên ku niha îran tûşî qeyiranekî mezin kiriye.
Hoşeng Tacir/ Evro