Polîtîk

Tugluk dixwaze Ocalan ikna bike

Ji  bo hevdîtinek nû Aysel Tugluk diçe Îmralî. Aysel Tugluk li ser çûyina xwe ya Îmralî ya vê care rojnema Taraf-ê re axivî. Wek tê zanîn ji berî niha Ocalan gotibû ku “ Eger kesek guh nedê min ezê xwe bidim aliyekî û hêdî aleqeya xwe ji tiştekî naynim“.

Ji bo ku Aysel Tugluk bêje Ocalan nabê tu xwe bidî aliyekî diçe Îmralî. Dixweyê hêdî Qendîl wek berê bi temamî ya Ocalan nakin û ev yek hêdî tê xeberdan.

Tugluk di derbarê çûyina xwe ya Îmralî de dibêje: Ev pêvajo gelekî zîz e, çend rojek din demê agirbestê xilas dibe. Ezê Ocalan bibînim li gel wî kiset bikim. Emê binêrin  ka gelo mirov dikare hinek tiştan bike. Em nikarin pişta xwe bidin vê pêvajoyê. Divê Ocalan xwe nedê aliyekî. Ji xwe pêwendiya Ocalan li gel berpirsên dewletê bû sedema agirbestê, dive ev pêvajo berdewam be.

Berdewambûna axavtina xwe de Tugluk got: Divê dewlet hinek gavan bavêje, hukumet bersiva daxwaziyan nade. Lê nabê ku em hema gazinda ji hukumetê bikin, dive em bi xwe jî hinek gavan bavêjin.Ez bi çûyina Îmralê van tiştan dikim.

Back to top button