Cîhan

Li DYAyê 6 bankayên din jî hatin girtin

Bankayên Emerîkayî yek bi yek îflas dikin û piştî girtina 6 bankayên dawîn hejmara girtina bankayên DYA bû 138.

Fona Sîgorteya Mevdûata Federal (FDIC) ragihand ku do li eyaleta Kansasê Hillcrest Bank of Overland Park, li eyaleta Illinoisê First Suburban National Bank of Maywood, li eyaleta Georgiayê First National Bank of Barnesville û Gordon Bank, li eyaleta Floridayê Progress Bank of Florida û First Bank of Jacksonville hatiye girtin.

Hate ragihandin ku di nava bankayên hatiye girtin de ya herî mezin Hillcrest Bank of Overland Park e û sermiyanê wê bi giştî 1,65 milyar Dolar e û mevdûatên wê jî bi giştî 1,54 milyar Dolar bû. NBH Holdings ên li eyalete Massachusettsê li bajarê Bostonê wê hemû mevdûatên Hillcrest Bank bigire ser xwe  û wê hemû sermiyanê wê bikire.

Serokê FDICê Sheila Bair, destnîşan kir ku sala par bi giştî 140 bankeyan îflas kirine û ew îsal li bendê ne ku ev hejmar zêdetir bibe. Lêbelê wisa xuya dike ku  sermiyanên bankeyên ku îsal tê girtin wê ji yên par kêmtir be.

Back to top button