Cîhan

Îran derewa dike

Li gora nûçeyeka rojnama Times di destê hukumeta Îsrailê de gelek belge hene ku, tu cara Îran çêkirina çekên Atomî ne sekinadiye û her li ser vê projeya xwe berdewam kar dike.Hukumeta Îsrail niha xwe amade dike ku ew welatên li gel Îranê li hevhatina Atomî berdewam dikin îkna bike û van belgeyên heyî radestî hinek welata bike.Serokwezîrê Îsrail Netenyahu di heftiyê pêşiya me de serdana hinek welatên Ewropî dike û berpirsên van welatan re hevdîtina pêktîne. Hukumeta Îsrail ji berî serdana Netenyahu belgeyên di destê xwe de ji van welatan re rêkirine.Netenyahu hewldide ku Almanya, Fransa û Britan ya jî îkna bibin û wek Amerikayê xwe ji hevhatina Atomîya li gel Îranê vekişînine.Times dibêje ku Tehran derewa dike, Îran valehiyên di bendên protokola lihevhatinê de heyîn bi kar tîne û bi vê yekê dibe sedemê bê îstikrariyê li Rojhilata Navîn.Divê guvaş li ser Îranê çêbibê ku da li xwe mikur werê û rastiya xwe eşkere bike.Rojname berdewamiya nivîsa xwe de dibêje, eger Îran cidîbe gerek wek Afrika Başûr hemû arşîva xwe vekirî radestî dezgehên pêwist bikeriba. Sala 1990ê , peymanek ya Atomî li gel Afrika Başûr hate îmzekirin û vî welatî hemû arşîvên xwe radestî Ajansa Atomî ya navdewletî kir. Heta niha Îran awayê pêwist rê nade Ajansa Atomî ya navdewletî  li Îranê bikaribe bi azadî karê xwe û lêkolîna di vê derbarê de bike.

Back to top button