
Encûmena Kompanyayên Hêla Asmaniya Îranê ragihand, egera ewe heye ku tirkiye qedexeya geşta Îraniyan ji bo wî welatî dirêj bike û daxwaz ji welatiyan dike bilet û ticketên firokeyê nekirin.
Meqsûd Esedî Sekreterê Encûmena Kompanyayên Hêla Asmaniya Îranê ragihand, Hikûmeta tirkiye ragihandiye li 1ê meha 9 wate 11 rojên din rê bi welatiyên Îranê didin serdana wî welatî bikin û geştên asmaniyên di navbera du welatan destpêdikin.
Sekreterê Encûmena Kompanyayên Hêla Asmaniya Îranê balkişand li ser wê yekê ku egera wê yekê heye ku tirkiye bi biryara xwe da biçê û qedexeya geştkirina Îraniyan dirêj bike.
Esedî daxwaz dike xelk ticketa firokeyên tirkiye nekirin, ji ber ku egera wê yekê heye kompanyayên biyanî pereyê ticketên wan ji bo wan venegerênin.