Kurê Netenyahu ji bo Ala Kurdistanê daxwaziyekî dike..

Li gora nûçeyeka Rûdawê, Yair Netanyahu, kurê Serokwezîrê Îsraîlê daxwaz dike, ku Ala Kurdistanê di nava emojiyan de bihê zêdekirin.

Yair Netanyahu kurê Benjamin Netanyahu Serokwezîrê Îsraîlê ev daxwaz li ser hesaba xwe ya twitterê belav kiriye.

Li ser malpera “Change.org” di dawiya 2019 de ji aliyê hejmarek ciwan û çalakvanên Kurd ve kempînek bo komkirina îmzeyan hatibû destpêkirin, ku daxwaz dikirin Ala Kurdistanê li ser torên civakî di nava lîsteya emojiyan de bihê zêdekirn, lê belê ew hewldan serkeftî nebûbû.

Pêştir Hîwa Efendî, Serokê Fermangeha Teknoljiya Zanyariyan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, sala 2017 ji Rûdawê re gotibû, destpêkê divê Kurdistan bibe welatekî serbixwe, paşê çêdibe ku ala wê di nav lîsteya emojiyan de were zêdekirin.

Hîwa Efendî pêştir di tomarkirina domeyna “krd” bo ser internetê de û herwiha zêdekirina zimanê Kurdî bo ser sîstema Unicodê beşdar bûye.

Unicod tevî ku dibêje, her kes û aliyek dikare daxwaz bike karakterek li ser sîstema wê were zêdekirin, lê belê destpêkê divê ew welat an herêm di saziya standard a cîhanî de ku bi “ISo” naskirî ye, xwedî koda navdewletî be.

Nerîna min :