PolîtîkRojev

Amerîka: Pêwîste kêşeyên Hewlêr û Bexda bêne çareser kirin

Matthew H. Tueller Balyozê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li Iraqê got: Bi hebûna niyazeke baş dikarin tevahiya kêşeyên hestiyarên di navbera Hikûmeta Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bêne çareser kirin.

Li daxuyaniyeke taybet da Matthew H. Tueller Balyozê Amerîka li Iraqê dûpatkir şanda Iraqê civîneke gelek girîng li Washington encam daye û Iraq roleke bilind li navçeyê de dibîne.

Matthew H. Tueller tekez kir û got: “Em rêz li girîngiya rola Iraqê ya li navçeyê de digrîn, em bawerin serdana vê carê ya Kazimî ya li Washingtonê nîşana eweye, her du alî pêgiriya xwe bi rêkeftina stratejî, peywendiyeke ku sûd ji bo her du welatan hebê”.

Eşkere jî kir ku “Li çarçêweya diyaloga stratejiyê da, me civîneke gelek girîng kiriye, Divê Amerîka û Iraq pêgirê wê bin û karên hevbeş encam bidin bo ku berjewendiyên xwe yên hevbeş li navçeyê de biparêzîn”. Li vî derbarî de jî got: “Berjewendiya Amerîka li wir daye, Iraq xwediyê serweriyê û bihêz û aram bê ku kar ji bo hemû nîştecihên xwe bike”.

Her wiha Matthew H. Tueller got: “Başbûna peywendiya di navbera Hikûmeta Federalî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek girînge, eger peywendî serkeftî bê, ewe nîşana eweye Iraqî dixwazin li proseyeke demokratî û aştiyane da cûdahiyên xwe çareser bikin û pêşketin û asayîş ji bo xelkê xwe berdest bikin”.

Dawiyê de got: “Pêşwaziya wan hewlan dikîn ku bi navê kêmkirina aloziyên di navbera Hewlêr û Bexdayê têne dayîn, pêwîste rêkeftin jî li ser wan kêşeyan bê kirin ku li gor me hestyarin. Em bawerin bi niyazpakiya her du aliyan dikarin bigihin rêkeftinê”.

Back to top button