Civak

Îmralî, Qendîl û bûyerên Lîce

Eve demek e ji aliyê PKKê ve amadebûna hinek çalakiyên leşkerî tê kirin.

Piştî demekî bêdengî , di hilbijartinên herêmê de PKKê destpêkir nameyên tehdîtan ji xelkê re rêkirin. Heta li hinek deveran gelilla daketin bacarokan doza dengan ji xelkê kirin. Xelk vekirî tehdît kirin.

Destpêkirin xelkek revandin , hinek muxtarên gundan rakirin çîyan û tehdît kirin. Piştre ji bo birina ciwanan ya çîya kampanyak vekirin. Bi sedan genc birin çîyê. Eve du heftine rêya Lice û Bingolê girtine, xendeq kolandin. Ew û leşker hatin li himber hev û di encam de du kesan bi çekên leşkeran jiyana xwe ji dest da.

Piştî vê bûyerê KCKê bangê xwepêşandanên giştî kir û herweha daxwaz kir ku genc derkevin çîyan û tevlî hêzên çekdar yên PKKê bibin.

Kifşe ku Ocalan ji bo van bûyeran ket rewşek tenk de. Ev bûyer û hewldanên têkbirina pêvajoyê cidabûnek e di navbera Îmralî û Qendîlê de. Bayik dixwaze dest şer bike û guh nedê peyamên Ocalan.

Bi awayek din helwesta KCKê û Bayik li dijê daxwazîn Ocalan tê nirxandin. Heyeta parlamenterên HDPê, Pervîn Bûldan û Idrîs Balûken û Sirri Sure Onder cardin ji bo van bûyeran serdana Îmralî dikin.

Gelo piştî ew ji Îmralî vegerin dê çi peyama Ocalan bididin.

Herweha pirsgirêkên di nava PKKê de dê çi şewe bêne çareserkirin ? ev di peyama Ocalan de bixweye.  Tê zanîn ku kongreyê dawî yê KCKê de hatina Bayik kesên nêzikî  Ocalan hatine dûrxistin.

Niha li gora agahdariyan Ocalan dixwaze kongreyek awarte pêkwerê û Cemil bayik xwe bide aliyekî. Lê Cemil guh nadê vê yekê. Heger eşkere reda daxwaziyên Ocalan neke jî lê daxwaziyên wî jî pêknayne.

Ocalan dikare bûyerên Licê wek provakasyonekî li dijê xwe jî darbêxe.. Ne dûr e….

 

Balkêş e ?
Close
Back to top button