Têkelyên Kurdistan û Îranê ber bi qonaxeke nû

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê duhî roja yekşemiyê 8ê hizîranê, pêşwazî li şandeyeke herêma Azirbaycana Rojava ya Komara Îslamiya Îranê ya bi serokatiya Qurban Elî Seadetî waliyê Urimiyê kir.

Di civînekê de ku, hijmareke karzas û nûnerên şirket û kompaniyên wîlayeta Urimiyê amade bûn, têkeliyên bazirganî û aborî yên navbera wîlayeta Urimiyê û wîlayeta Hewlêrê û çewaniya zêdetir xurtkirina bizava bazirganî û ticaretê di navbera her du aliyan de, dabînkirina hêsankariyan li set tixûb ji bona çûyîn û hatin navbera Kurdistan û Îranê de hêsantir bibe û hijmara tûrîstan zêde bibe, hatin gotûbêj kirin.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê di axaftina xwe de sipasiya waliyê Urimiyê ku, ev cara sêyemîn e  dibe waliyê Urimiyê kir û rola wî di pêşxistina têkeliyên navbera Hewlêr û Urimiyê de bilind nirxand û got ku, di sala 1991ê de piştî serhildana gelê kurd li herêma Kurdistanê xelkê Kurdistanê ber bi Îranê û bi tyabetî wîlayeta Urimiyê koçbar bûn û hîngê waliyê Urimiyê roleke giring di hewandin û alîkarîkirina hevwelatiyên herêma Kurdistanê lîst.

Weke tê zanîna şandeya wîlayeta Urmiyê bi armanca vekirina 9emîn pêşangeha bazirganiya Komara îslamiya Îranê serdana herêma Kurdistanê kiriye.

Nerîna min :