Polîtîk

Ergoşî: Neşerte hemû civîn di bin çavê mediyayê de bin

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê heftiya çûyî serdana bajarê Silêmaniyê kir bû û dûr ji çavên mediyayî digel Newşêrwan Mistefa serokê tevgera Goranê civiya bû. Vê serdana serokwezîr bo Silêmaniyê û civîna bi Mistefa re dûr çavên kamereyên mediyayê bû mijara kenalên ragehandina başûrê Kurdistanê.

Li dor vê pirsê Samî Ergoşî sekreterê rojnamevaniyê yê  serokwezîrê Kurdistanê ji malpera Hewlêr re got:

          Serdana birêz serokwezîr bo Silêmaniyê û civîna digel birêz rêkxerê giştiyê Tvegra Goranê tiştek normal e û ne şerte hemû civîn û hevdîtin di bin çavê mediyayê de birêve biçin. Ne bi tenê serokwezîr, berpirsên Kurdistanê yên din jî dûr ji çavên mediyayê li Hewlêr û Silêmaniyê dicivin û ev tiştek nû û nenormal nîne.

Li dor naveroka civîna navbera serokwezîr û rêkxerê giştiyê tevgera Goran, Ergoşî got ku, ji bona pêkanîna kabînye hikûmeta nû Nêçîrvan Barzanî di nav tevgerê de ye û dê digel hemû aliyên peywendîdar bicive û digel hemû aliyan di nav danûstandinan de ye. Barzanî dixwaze hemû alî beşdarî û hevbeşiya rasteqîne di hikûmetê de hebe.

Back to top button