Polîtîk

SHK nûçeya malpera Xendan ne raste

Li roja (03/06/2014) nûçeyeke li malpera Xendan ya bi navnîşana (Serokayetiya Herêm yekem proje yasaya xula çarema Parlemen îmza nekir) hatiye belav kirin û li ser vê babetê Daxuyaniya Şêwirmendê Ragihandina Serokê Parlemen û Endamekî Parlemen hatiye wergirtin.

Em weku Birêvebiriya Giştî ya Yasayî ya Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê naveroka nûçeyê red dikin û bi pêwîstî dizanîn vê daxuyaniyê ji bo raya giştî rabigihînîn:

1- Birêz Mecîd Saleh Şêwirmendê Ragihandina Serokê Parlemen li nûçeyê da behsa ewe kiriye ku proje yasaya hejmara (1) ya sala 2014 ê yasaya hemwarkirina yasaya Serokayetiya Herêma Kurdistanê hejmar (1) ya sala 2005 ê hemwarkirî ji aliyê birêz Serokê Herêma Kurdistanê ve nehatiye îmza kirin û venegeriyaye Parlemen.

Em li vir da radigihînîn ku proje yasa li dema xwe ya yasayî da li rêkefta (21/05/2014) ji aliyê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ve hatiye îmza kirin û bi biryara hejmar (2) ya sala 2014 hatiye derxistin û li heman roj da şandine Parlemena Kurdistanê bi nivîsa Dîwan hejmar (303) li (21/05/2014) û her wiha ji bo belavkirinê şandine rojnameya Weqay’î Kurdistanî.

2- Li nûçeyê de birêz Zana Abdulrehman Endamê Parlemen balkişandiye li ser wê yekê ku ew dem (30) roje ku li yasayê da hatibû destnîşan kirin û ji bo raspardina Serokê Encumena Wezîran li hemwarkirinê da hatiye derxistin.

Ji bo agahdariya hemû aliyek ew dema hatiye destnîşan kirin ji bo raspardina pêkanîna kabîneya nû li yasayê da maye û nehatiye derxistin û kandîdê raspardina pêkanîna kabîneya nû li gor yasa dema (30) rojî de dikare pêkanîna kabîneyê bike. Piştî hemwarkirinê niha birge bi vî awayî ye (Piştî navanîna ji aliyê Parlemena Kurdistanê ve, kandîdê Serokê Encumena Wezîran radispêrê ji bo pêkanîna kabîneya Wezarî ya li dema xwe ya (30) rojî derbas neke.)

Li vir da daxwaz ji hemû aliyek dikin hûrbînanetir û berpirsanetir muamele li gel nûçeyan da bikin û berî her daxuyaniyeke bi vî awayî vegerin li ser belgenameyên fermî û ji aliyên peywendîdaran dilniyabin ji rastiya nûçeyan û rastiyan wekî xwe belav bikin û zanyariyên xelet nedin hemwelatiyên Herêma Kurdistanê.

 

Back to top button