Hevpeyvîn

Xelîl: Tatlises û Kaya xiyanet li miletê xwe kirine

Nivîskarekê kurd di hevpeyvîneke xwe de dibêje ku, her du dengbêjên kurd Îbrahîm Tatlises û Ehmed Kaya malê tirkan in û  tu têkeliyan wan bi kultûra kurdî ve nîne.

Rojnamevan û nivîskarê kurd Têmûrê Xelîl di hevpeyvîneke xwe de digel CNNkurd li ser edebiyata kurdî diaxive û di berisva pirsekê de li ser dengbêjên kurd dibêej:

          Îbrahîm Tatlises û Ehmed Kaya malê tirkan in û tu eleqeta wan bi kultûra kurdî nîne. Ew dengbêjên gelek mezn in lê ew ne malê me ne, ne malê kurdan e.

Têmûrê xelîl dibêje ku, eksa Tatlîsis û Kaya, her du dengêbêj Karapêtê Xaço û Aram Têgran ermen in, lê ewe malê kurdan in:

          Aramê Tîgran û Karapêtê Xaço ku, ew ermen in, lê ew malê kurdan in, ew dengbêjên kurdan in û weke dengbêj ew kurd in.  Talises û Kaya weke dengbêj ew tirk in. Aram û Xaço xiyanet li miletê xwe nekirine, lê Tatlises û Kaya xiyanet li miletê xwe kirine, çima? Ji ber ku Talises û Kaya muzîk û awazên kurdî kirin malê tirkan, muzîk û awaz ji kurdan dizîne û dane tirkan û kirine malê tirkan.

Têmûrê Xalîl dibêje:

          Ez nizanim çima kurd hez ji wan (Tatlises û Kaya) dikin bi tyabetî li başûrê Kurdistanê gelek hez ji wan dikin. Binêrin li başûrê Kurdistanê parkek bi navê Ehemd Kaya heye, lê parka Erebê Şemo nîne. Ev yek mirovî xemgîn dike.

Back to top button