ÎKE: Provakasyona bi destê kurdan dikin kirin
Lê mixabin encama wê xwepêşandanê da eşkerekirin ku, armanca hin kes an grûpeke têkder bûn sedema hin bûyerên nexweş û provakatîf ku, wan êrîş birin ser baregayê Liqa 4 ya PDK ê li Silêmaniyê. Di encama vê bûyera ku ne bi dilê tu Kurdistanîyekî de kuştin û birîndarî çê bûn.
Bêguman divê li welatê me azadîya fikrî û xwepêşandanên cemawerî hebe, lê divê ew helwest û reaksiyon, xizmetê ji pêşîlêgirtina neheqîyan û ji bo pêşdebirina civaka me bike û bila balkêşandina Hukumet û Parlamentoya Başûrê Kurditanê be.
Ev reaksîyon û nerazîbûna xelkê me, divê wek civakek medenî û li gor çarçoveya qanûnan bi pêk were. Teqlîtkirina xwepêşandanên li Bakurê Afrîkayê ango bahanekirina wan xwepêşandanan û bikaranîna şidetê xizmetê ji berjewendîya gelê Kurdistanê nake.
Divê em li hemberî plan û projeyên dagirkerên Kurdistanê û hin dewletan yên ji bo têkbirina deskeftîyên me yên li Başûrê Kurdistanê hişyar bin û îstîqrara li Başûrê Kurdistanê biparêzin.
Em baş dizanin ku, destên dagirkeran û nehezkirin Kurdistanê bi provakasyon û awayên terorê dixwazin ew mafên me yên Rewa û ew deskeftîyên me têk bibin û pêşî li serxwebûna seranserî Kurdistanê bigrin. Armanca wan têkdana ezmûna Herêma Kurdistanê ye û mixabin van têkdan û provakasyonan jî bi destê kurdan didine kirin.
Em wek Însîyatîfên Kurd li Ewrûpa ÎKE, van leyistik û provakasyonên li dijî welatê me protesto dikin û careka din bangî gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê dikin ku em bi hev re xwedî li destkeftîyên xwe yên Neteweyî bikin.
Herweha bangî kes û berpirsiyarên dezgeh û partîyan û Hukumeta Herêma Kurdistanê dikin ku, êdî ew kiryar û tevgerên ku dibiÎKEne sedema nerazîbûna gelê me, bila pêk neyên û guh bidine daxwaz û hêvîyên civaka me.
Emê bi hev re xwedî li desketkeftîyên xwe derkevin û emê bi hev re azadkirina perçeyên din Kurdistanê nêzîktir bikin.
Hewildanên dujminê Kurdistanê ewê bi ser nekeve.
Her bijî Kurdistan
19.02.2011
Însîyatîfên Kurd li Ewrûpa ÎKE