Dosya

Encamên xwepaşndana doh li Silêmaniyê

Di xwepêşandana doh de dijwarî bêtir hebû û xwepêşanderan jî, ti doz û daxwazên xwe nedan xuyakirin.

Rêvebirê fermangeha tendiristîyê ya bajarê Silêmanîyê Dr. Rêkewt HemeReşîd jî di vê derbarê de ji PNA re da xuyakirin, ku ji nav wan 48 birîndaran 19 kes ji hêzên parastina ewledarîyê bûn.

Dr. Rêkewt HemeReşîd weha jî da nîşandan, ku 11 hevwelatîyên xwepêşander bi fîşekan hatin birîndarkirin û 9 hevwelatîyên xwepêşander jî, bi daran hatin birîndarkirin.

Di vê bêjedana xwe de Dr. Rêkewt HemeReşîd da nîşandan, ku hinek birîndar bi gasê birîndar bûne û ev gasa (gaza) han nenaskirî ye.
Li gora gotina Dr. Rêkewt HemeReşîd ev gasa han a ku doh li dijî xwepêşanderan bi kar hatiye, ne wek gasên dinên ji bo belavekirina xwepêşanderan e û corekî taybetî ye û heta niha nehatiye naskirin.

Nûçe: Nebez Muhemmed / Silêmanîyê 

Back to top button