Polîtîk

“Bila serokwezîr Şivan bike wezîr“

Serokwezîrê Tirkiye Tayîb Erdogan di axavtinek ya xwe de gotibû ku, rojnemevan Orahan Miroglu, Mehmet Metiner û hûnêrmendê kurd Şivan Perwer tê tehdît kirin. Herweha Erdogan li Şivan xwedî derket û hinek gorinên stranek ya Şivan tirkî got.

Li gora nûçeya rojnama Miliyetê serokê BDP-ê Selehattin Demîrtaş bersiva gotinên Erdogan dan û got, bila Erdogan Şivan Perwer bike wezîr.

Di vê derbarê de Demîrtaş got:  Gelek hunêrmend îri li Tirkiyê têne dadgehkirin ji bo çi tu li wan xwedî dernakevî? Ev gotinên te ewin ku ji bo hun pîsitiya xwe weşêrin. Eve 30 sala Şivan neyê Tirkiyeû ve 8 salin tu serokwezîrî lê hêjî Şivan nikare bê Tirkiye. Ji berî 10 rojan Pinar Sag û Ferhat Tunc ji bo stranên xwe  ceza xwarin. Eger hurmeta te ji hunêrmandan re û ji hûnêr re hebe li van hûnêrmanda xwedî derkeve. Na eger tu nexweşê Şivanî, Şivan bîne û bike wezîrê çandê.

Back to top button