Polîtîk

Hevdîtina N.Mustafa û Lêşkerên Qutsê

 Li gora nûçeya ajansa PNA, berpirsê Tevgera Goran Newşerwan Mustafa, ji berî xwepêşandan li bajarê Silêmaniyê destpêbikin bi awayek nehînî ji Silêmaniyê çûye qeza Pencewîn. Berpirsê Goran û berpirsên  Lêşerên Qutsa Îranî re civînek pêkaniye. Ev civîn derdora Pencewîn li devera seyranbend) Seyranbend çêbûye.

 Leşkerên Qudis ser bi hêzên çekdarên Îranê ve ye û yek ji baskê girîng yê pasdarên Îranêye. Leşkerê Quts li hinek welatên din wek Libnanê jî hene û ew berjewendiyên Îranê yên derve diparêzin.

Herweha Dezgehê Hawalgêriya Amirîkî li Îraqa Federal, vê hêza Îranê bi têkdana rewşa li Iraqê tawanbar dike û di vî warîde gelek belge di detê wan de hene. Hatiye kifşkirin ku Lêşkerên Qutsê gelek çek û teqemeniyê ji bo têkdana rewşa Iraq û Kurdistanê dide hinek aliyan.

Back to top button