Vîdeo

Hunermend Naslî videoklipa xwe ya nû weşand(Vîdeo)

 

 

Hunermenda kurd a ji başûrê Kurdistanê Naslî videoklipa xwe ya nû a bi navê Ritm weşand. Videoklipa Ritm ku ji awazên Helkewt Zahîr e, yek ji stranên nû yên alboma dawiya a hunermend Naslî ye.

Hunermend Naslî ku di sala 1989ê de li bajarê Hewlêrê jidayîk bûye û li Swêdê mezin bûye, li dor vê videoklipa xwe ji malpera Kurdmelody re got:
– Strana Ritm yek ji stranên nav alboma min a dawiyê a bi navê Reş û Spî ye, li Hewlêrê ji aliyê grûpeke profesyonal ve hatiye amade kirin û klip kirin.

Hunermda gênc û ciwan li dor strana kurdî a nû dîtinên xwe diyar dike û dibêje:

– Cîhana hunerî û strangotinê di guhertinên berdewam deye. Pêwîste muzîka kurdî jî bi hemû stayl ên muzîka cîhanê bê zengîn kirin. Pêwîste hemû curên muzîkê di nav strana kurdî de bin da ku zengîn bibe. Em karek nû dikin û ez tênagehim çima hindek me bi têkdana strana kurdî tawanbar dikin. Bila hindek karên nû bikin û hindek din jî mijûlî strana resen û folklorê kurdî bin.

 

Back to top button