Polîtîk

Demirtaş şertên agirbestê diyar kirin

Selahedîn Demirtaş serokê BDP-ê di daxuyaniyekê de çend şert jib o agirbestê diyar kirin.

Serokê BDP-ê di daxuyaniyekê de got:

– Di hevdîtinên me yên vê dawiyê yên digel birêzan Barzanî û Talebanî, ew yek eşkere bû ku AKP ji bon aku PKK agirbestî îlan bike dixebite û bi hinartina heyeta û nûnerên xwe dixaze pirosesa agirbestê pêk bê, lê AKP bi dizî wê hewildanê dike.
 
Selahedîn Demirtaş serokê BDP-ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de dibêje ku AKP ji aliyekî berdewamiyê bi operasyonên xwe yên leşkerî û siyasî dide û ji aliyekî din jî dixaze PKK agirbestê îlan bike, lê ji bo agirbest bê îlan kirin pêwîste:

1- Pêwşste rewş minasib be
2- Pêwîste bi awayekî rêkûpêk destûra nû bê amade kirin.
3- Girtina siyasetmedarên kurd bê rawestandin.
4- Girtiyên siyasî bên azad kirin.
5- Rewşa Ocelan bê baştir kirin.

Demirtaş herwesa got:
– Piştî hevdîtina me digel birêz Barzanî li Anqereyê û hevdîtina me digel Talebanî, ji bo me zelal bû ku Barzanî û Talebanî ji AKP-ê re gotiye ku ji bilî rêya çaresriya bi aşitî em beşdariyê di tu rêyên din yên çareeriyê de nakin.

Piştî vê daxuyaniya Selahedîn Demirtaş serokê BDP-ê, di mediya kurdi û tirkî de hat îdîya kirin ku hikûmeta Tirkiyeyê digel PKK-ê dest bi hevdîtinan kiriye.

 Li gor hindek çavkaniyan roja înîya borî hikûmeta Tirkiyeyê bi amadebûna nûnerê herêma Kurdistanê li Qendîlî digel PKK-ê hevdîtin pêkanîne û di hevdîtinê de hikûmet û PKK-ê li ser agirbestê û ragirtina şer li hev kiriye.

Rojevakurd

Back to top button