Polîtîk

Davutoglu li Şamê gel Esad civiya

Wezîrê derve yê Tirkiye Ahmet Davutoglu lu gel heyetekî serdanek taybet ya Surî kir.Di destpêkê de hevdîtin di navbera heyetên herdu welatan de çêbûn. Piştre jî Davutoglu û Esad tene hevdîtinek dirêj pêkanîn.

Di hevdîtinê de Davutoglu helwesta Tirkiye ya dawî gihand Esad û peyama taybet ya serokwezîrê Tirkiye ji Esad re ragihand. Hevdîtinê 6 demjimêra berdewam kir.

Şamê ne bi germî pêşwaziya wezîrê derve yê Tirkiye kir.Ji berî vê serdana Davutoglu, pêwendiyek di navbera Enqere û Washingtonê de pêkhat.Niha çavê cîhanê li encama vê hevdîtinêye.

Piştî hevdîtinê tu daxyanî nehatin belavkirin û tu konferansên rojnemevanî nehatin darxistin. Lê dixweyê dê van çend rojan de, dê pêwendiyên diplomasî biçekî germtir bibin.

Serokê Surî Bişar Esad daxuyaniyek da rojnama Sunday Times û got: Muxalefetek bi çekdar li himber me heye. Heta niha 800 leşker û polis kuştine. Herweha Esad got ku tenê 600 sivîl di bûyeran de jiyana xwe ji dest dane.

Esad daxuyaniya xwe de 22 welatên Erebî tawanbar kirin û got ew dixwazin ji derve midaxeleyek leşkerî dijê Surî bê kirin. Esad di dawiya daxuyaniya xwe de got: Ez derrekîve naçim û ezê heta mirênê li dijê êrîşên li himber Surî şer bikim.

Back to top button