Cîhan

Çûyina balefirên Tirkiye ji bo Iraqê hate qedexe kirin

Hikûmeta Êraqê bi biryarekê, firandina hemû balafirên Tirkiyeyê li ser axa xwe qedexe kir, ew biryar axa Herêma Kurdistanê jî digire nava xwe.

Wezareta veguhestinê ya Êraqê, duh biryar da ku ji îro û pê de hîç balafireke Tirkî dê nikaribe li ser axa wê bifire. Hikûmeta Êraqê da zanîn ku ta Tirkiyê asmana xwe ji balafirên Êraqê re veneke, ew ê vê biryarê hilneweşînin.

Hadî Amirî, wezîrê veguhestinê di hikûmeta Êraqê de weha got: “Bi buhaneya ku şirketa Somo ya neftê, ku bi xwe şirketeke Êraqî ye, bi 5 milyon dolar deyndar e, Tirkiyê rê nade ku balafirên Êraqê li Tirkiyeyê binîşin.”

Ji aliyekî din jî, Tahir Ebulah birêveberê firokexaneya Silêmaniyê ji Xendan`ê re ragehand ku ta niha ew biryar bi şêweyekî fermî ji me re nehatiye, lê di dema cîbicîkirina wê de, ziyyaneke mezin wê bigihêje Herêma Kurdistanê.

Ebulah weha berdewam kir: “Ji ber ku asmana Herêmê bi ser asmana Êraqê ve ye, divê ew biryar li vir jî bê cîbicîkirin.”

Hêjayî gotinê ye ku heftane li firokexaneya Silêmaniyê, 8-9 firokeyên Tirkiyeyê dinîşin, her weha li firokexaneya Hewlêrê jî bi heman şêweyê ye.

Rojevakurd/Xendan

Back to top button