KulturRojev

Hûnêrmend  cesaret nakin projeyên Kurdî çêbikin

Hûnêrmenda Kurd denbêja Soprano Perwîn Chakar dibêje ku, Têgihandina dewletê ya ku helwestekxirab li himber muzika Kurdî heyî dibe sedemek ku, ciwanên Kurd bêhtir berê xwe didin muzika Kurdî ya Klasîk.

Perwîn ji Dêrêk a Çîyayê Mazî zarokiya xwe derbas kiriye û cara ewil li vê deverê guh li strana Kurdî bûye. Perwîn piştre li bajarên cuda geriyaye û perwerdeya Muzîkî standiye. Niha jî bajarên cuda yên cîhanê stranên Kurdî dibêje û konsera dide. Perwîn perwerdeya Opera li Enqere standiye û di salên 2000 î li gel hûnêrmendên Operayê yên Îtalî maye û xwe pêşve biriye.

Perwîn li gel Tenorên naskirî xebitiye û niha jî bi Kurdî strana klasil û opera bi hevre hunandiye û distire.

Back to top button