Polîtîk

Hukumet û parlemento civiyan

 Civîna parlemntoya Kurdistanê, îro roja duşemiyê 10.11.2014ê li bajarê Hewlêrê, bi amadebûna konseya herêma Kurdistanê bo karûbarên neft û gazê ku, ji Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî cîgirî serokwezîr, Aştî Hewramî wezîrê samanên xwezayî, Rêbaz Hemlan wezîrê êkonomî û Elî Sindî wezîrê pilandananê pêkhatibû, dest bi karên xwe kir.

Rojeva civînê gotûbêjkirina raporta hevbeşa her du komîteyên êkonomî û sermayerazandinê û komîteya enerjiyê û çavkaniyê xwezayî, pişka herêma Kurdistanê ji budceya giştiya Îraqê û raspardeyên parlamentoya Kurdistanê bo şandeya danustandinan ya herêma Kurdistanê digel hikûmeta Îraqê pêkhatibû.

Di destpêka civînê de, Yusif Mihemed Sadiq serokê parlamentoya Kurdistanê beyanameya heft fraksyonên nav parlamentoya Kurdistanê xwand ku tê de daxwaz kiribû; endamên her du komîteyên êkonomî, karûbarên aborî û sermayerazandinê û komîteya enerjî û çavkaniyên xwezayî digel nînerên wan fraksyonên di wan her du komîteyan de ne endam in di civîn de biaxivin. Ev pêşniya bi piraniya dengan hat qebûl kirin. Herwesa bi piraniya dengan biryar hat dan civîn bi awayekî dîrekt ji aliyê kanalên mediyayê ve neyê weşandin.

Civînê saet 11ê sibehê dest pê kir û di beşa yekem ya civînê de, Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî û Rêbaz Hemlan wezîrê êkonomî raportên xwe pêşkeş kirin û wezîrê pilandanênê jî çend statistik li ser pirsa hejariyê li herêma Kudistanê berçav kirin.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê peyvek pêşkeş kir û di peyva xwe de ji perlamenteran re behsa pirsgirêkên navbera herêma Kurdistan û Bexdayê, birîna budceya herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve, pirsa hinartina nefta herêma Kurdistanê bo bazarên deveyî herêma Kurdistanê, miaşê karmendên herêma Kurdistanê, peywendiyên digel welatên cîran, şerê dijî terorê û çend pirsên din zelal kirin.

Piştî gotara serokwezîrê herêma Kurdistanê deriyê minaqeşê ji bo perlamenteran hat vekirin û nêzîkî 20 parlamenteran pirs û têbînî li ser dahatiniyê neftê, kirîza êkonomî, têkeliyên digel Bexdayê hebûn. Parlamenterên endam di komîteyên taybetmendarên van waran û parlamenterên ku, fraksyonên wan di wan komîteyan de nînin, pirsiyar ji konseya herêma Kurdistanê bo karûbarên neft û gazê kirin, konseyê jî bersiva tev pirsiyaran da.

Serokê parlamentoyê daxwaz kir ku, ew parlamenterên nekarîn pirsiayr bikin, dikarin bi nivîskî pirsiyarên xwe ji bo konseya navborî binêr in û divê bi zûtirîn dem bersiva wan bigehe parlamentoyê.

Piştî 8 satên gotûbêjê di navbeta parlamenter û konseya herêma Kurdistanê bo karûbatên neft û gazê civîn bi dawî hat û di preskonferensekê de Nêçîrvan Barzanî serokê konseya herêma Kurdistanê bo karûbarên neft û gazê û Qubad Talebanî cîgirê komseyê naveroka civînê ji mediyayê re diyar kir.

Back to top button