Barzanî:Pêşeroja terorîstên DAÎŞê têkçûne
Li hevdîtinê de Serok Erkanê Artêşa Îtalya ji bo rexsandina vê hevdîtinê û ew pêşwaziya lê hatiye kirin spasiya Serok Barzanî kir û ji bilî balkişand li ser peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Îtalya wê yekê xisterû ku welatê wan sozekî taybetî beranber gelê Kurdistanê de heye. Her wiha destxweşiyê li Serok Barzanî û hêzên Pêşmerge kir ku bergiriyê li pêkhatên neteweyî û oliyan dikin û balkişand li ser wê yekê ku Îtalya bi şanaziyê ve temaşa rola wêraneya Pêşmerge dike û tekez jî li wê yekê kir ku ewê Pêşmerge li beranber terorîstan da kiriye karekî mezine û destkeftekî mezine. Di derbarê palpiştîkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê jî Serok Erkanê Artêşa Îtalya ragihand ku welatê wan li hevkarîkirina Pêşmerge û kar ji bo dabînkirina çekên baştir û meşqpêkirina Pêşmerge li Îtalya de berdewam dibe û her wiha binkeyekî meşqpêkirinê li Kurdistanê vedikin. Serok Erkanê Artêşa Îtalya eve jî behs kir ku bi navê bihêztirkirina hêzên Iraqî, Îtalya amadeye hevkarî û meşq û rahênanê pêşkêşî artêşa Iraqê jî bike. Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Erkanê Artêşa Îtalya bi pêwîstî jî zanî ku welatên Ewrupayî rêwşuwênên guncaw li ber bigrin bo ku ew gencên li gel grûpên terorîstiyan têkilhev bûne nekarin bigihin navçeya rojhilata navîn û hevkarê terorîstan bibin.
Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina Serok Erkanê Artêşa Îtalya û şanda li gel kir û tekez li dostayetiya kûr ya gelê Kurdistanê û Îtalyayê kir û spasiya Hikûmet û gelê Îtalya jî kir ku li demên teng da palpiştiya xwe ji bo gelê Kurdistanê ragihand û hevkarê hêzê Pêşmergeyê Kurdistanê bûn.
Serok Barzanî balkişand li ser şerê terorîstên Da’îş û wê yekê xisterû ku gelê me her li Kobanê heta Xaneqîn rûbiruyê tirsnaktirîn rêxistina terorîstî bune ku îmkaniyata wan ya dewletekî heye û çekên dû dewletan jî ketine destên wan. Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku parastina pêkhatên neteweyî û olî erkekî mirovî û nîştîmaniya meye û şanaziye jî ku em li şûna hemû cîhana azad şerê terorîstan dikin.
Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî rewşa meydanî ya bereyên şer xisterû û ragihand ku hêzên Pêşmerge karîn êrîşa terorîstan rabigrin û ew bi xwe bikevin helwesta êrîşbirinê û zebirê kuşindeyî jî li terorîstên Da’îşê weşand. Serok Barzanî eve jî ji bo şanda mîhvan şîrove kir ku teror tehdîde ji bo hemû gel û neteweyek ji bo wê yekê rûbirûbûna terorîstan û ji navbirina wan hewlekî hemû aliyane pêwîste. Serok Barzanî paşaroja terorîstên Da’îş bi têkçûn û wekî diyardeyekî demkî wesif kir û tekez li wê yekê kir ku cara dawî hemwelatiyan û runiştvanên navçeyê li dijî terorîstan radiperin ji ber ku terorîstan azadiya xelkê zeft kiriye û xelk qebûl nake hêzek azadiya wan jê bistîne.
Hêjayî gotinêye ku li vê hevdîtinê de Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê, Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge, Babekir Zêbarî Serok Erkanê Iraqê, Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Herêma Kurdistanê, Ce’fer Şêx Mistefa, Ferîq Şêrwan û Cebar Yawer Endamên Fermandeya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê amade bûn.