Polîtîk
HSD zextên Tirkiye û Amerikayê qebûl nake
Koma Civakên Kurdistanê KCK eşkere dike: Bi navbeynkariya Amerîkayê tê xwestin li ser sînorê Tirkiye û Suriyeyê heta 5 kîlometreyan herêmeke ewle were avakirin.
Hevserokê KCKyê Cemîl Bayik dibêje Amerîka di navbera Tirkiye û HSDyê de ji bo avakirina herême ewle navbeybkarî dike. Amerîka dixwaze li ser sînorê Tirkiye û Suriyeyê li deverên dervayî bajaran, bi hêzên pasrastina sînorî heta 5 kîlometreyan herêmek ewle ava bike. Hêzên sînorî jî dê ji xelkê wê deverê bin.
Lê deverên ko di destê YPG û HSDyê de ne jixwe herêmên ewle ne û ew hêz jî xelkê wê deverê ne. Zehmet e ko hêzên siyasî yên rojavayê Kurdistanê zextên Tirkiye û Amerîkayê yên di derbarê avakirina herêma ewle de qebûl bikin.