Nivîsar

Ji Serokwezîrtiyê ji bo Serokatiya Herêma Kurdistanê

 

Nêçîrvan Barzaî ku li ser asta Kurdistan û cîhanê  navekê diyar û naskiriyre، xwedî karîzmeka bilind e û ew di siyaseta xwe da, çareserkirina pisgirêkên asê da, vekirina girêyên aloz û çêkirina têkeliyan li ser asta navxwe û cîhana derve da bi dûrbînî û diplomasiyeke nerim tê niyasîn û navdar e.

Ev 23 sal in, ji sala 2006ê were, Nêçîrvan Barzanî di nav kar, xebat û çalakiyên îdareya Herêma Kurdistanê daye, rola wî û şûntilyên wî di pêşkeftin û geşkirina başûrê Kurdistanê, di hemû waran de, bi taybetî di warê dîtin, derxsti û firotina neftê, avakirina jêrxaniya aboriya azad ji bo Kurdistanê, diyar û ber bi çavin. Nêçîrvan Barzanî weke serokwezîrê Kurdistanê, di nava van 23 salan da qonxên gelek giring û serkeftî derbas kirin.

Nêçîrvan Barzanî di rewşek çewa da serokatiya hikûmeta Herêma Kurdistanê,  werdigire? Başûrê Kurdistanê warek wêran bû, êkonomîyek jihevketî, tîkeliyên gelek aloz û xerap digel dewletên cîran û bi taybetî digel Turkiyeyê hebûn û başûrê Kurdisanê hertim di bin gefa êrîşên dewletên cîran de bû, Îraq di şerekê tayîfî da bû û rojane bi dehan kiryarên terorîstî li Îraqê diqewimîn. Iha di rewşke wisa da ew bo serokwezîrî ku ew li dor vê yekê di gotara xwe ya bidawîhatina kabîneya şeşê ya hikûmeta Kuridstnê da dibêje:

  • Ez pişta xwe bi tecrûbeya xwe ya rabirdu dibestim ku, di sala 1996ê de bo cara yekê postekê hikumî, weke cîgirê serokwezîr min wergirt, piştî wê jî di kabêneya çarê de weke serokwezîrê hikûmeta Herêmê û di sala 2006ê jî de weke serokwezîrê kabîneya pêncê a hikûmeta Herêmê kar kir.
    Di vê demê de ez hînî gelek tiştên jêhatî û ciwan bûm. Ez xwe gelek şad dibîn im ku digel hevkarên xwe li hikûmetê, parlamentoyê û bi taybetî digel cenabê serok Barzanî û bizava demokartîxaza gel, me çend buha û destkeftiyên manewî weke; vegerandina emin, aramî û dilrehetiyê bo kurdistaniyên xweştivî û xebatên bê rawestan ji bona danana esasê jêrxaniya (infrastruktura) jiyanê li Kurdistanê, bidest anîn.

Di rewşaka çewa da Nêçîrvan Barzanî bû serokwezîrê kabîneya pêncê ku bi kabîneya Yekgirtî tê nas kirin? Heta hînêg başûrê Kurdistanê bi ser du hikûmeta/îdareyan da hatibû dabeşkirin; hikûmet/îdareya Silêmaniyê ji teref Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê ve dihat birêve birin û Duhok û Hewlêr jî, hikûmet/îdareya Hewlêrê ji aliyê Partiya Demokrata Kurdistanê ve dihate îdare kirin. Di 21.01. 2006ê da PDK  û YNK li ser yekgirtina her du hikûmeta li hev kir û rêkeftinek îmza kir û bi vî awayî di roja 07.05.2006ê kabîneya yekgrtî bi seroaktiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî hat ava kirin ku ji 39-41 wezîran pêk dihat.

Dê were divê rewşê û kawdanî da serokatiya hikûmetkê bike û bi serkeftî jê darbas bibe, bawer bikin mînakên husa li hemû cîhanî nînin, eger hebin jî ji tiliyên destan zêdetir nabin. Li herêmeka pênc milyon kesî û serokê hikûmeteka 39 wezîr bî ku gelek ji wan wezîraên berpirsên leşkerî bûn û bi salan li dijî hev şerê birakujiyê kiriye û niha li dor mêzekê bi hev re dicivin û serowkezîr jî lazime wan li hev bîne berê wan bide kar û xebatê û bi hev re destê xwe bidin yek û bi hevre xizmeta hevwelatiyan bikin û Kurdistanê avadan bikin, Nêçîrvan li dor vê yekê dibêje:

  • Di meha gulana sala 2006ê de yekem kabîneya yekgirtî a hikûmeta Herêma Kurdistanê hat avakirin. Di yekem civîna civata wezîran de min li tevaya pêkhateya kabêneyê nêrî, min li sîmayê (serûçav) wezîrên birêz yên kabîneyê bi hûrî nêrî, ji sedema tecrûbeya salên borî heta wê demê jî diyar bû ku, wan bawerî bi hev du nebû. Ji ber vê yekê yekem pêngav û xebata me ji bo dirustkirina baweriyê û lihevnêzîkirina dîtinên cihê bû.

Nêçîrvan Barzanî di hemû qonaxên xwe yên cuda da di îdarekirina başûrê Kurdistanê da bi berdewamî giringî bi avakirina jêrxaniya aboriya azad ya Kurdistanê da ye. Wî her zû dest bi piraktîzekirina madeyên destûra Îraqê yên ku maf bi Herêma Kurdistanê didin neftê debêxine û bifroşin kir û di vî warî de  ew dibêje:

  • Mezintirîn destkeft ku di 30 salên borî de bi destve hatibe, ew bûyera dîrokîya hinartina petrolê bû bo derve. Ev çavkanî wan îmkana dide me ku em bikarin jiyan û gozeranîya hemû ferdên/takê civaka xwe baş bikin û ji bona avakirina herêmeke pêşkeftî alîkariya wan bikin.

Di dema serowkezîrtiya Nêçîrvan Barzanî da, başûrê Kurdistanê di gelek rewş û qonaxên dijwar da derbas bû, ew kirîz, tevlîhevî û bûyerên di van salên dawiyê bi ser başûrê Kurdistanê da hatine; weke mer li jor jî behis kir, li destpêkê hikûmetek li herêmek biçûk ji 39 wezîran pê bê ku ji du îdareyên cuda hatibin, bi hezaran gundên kavil, jêrxaniya jihebketî û wêran, birîna budceyê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve, şerê dijî DAÎŞê, hindek alî û partî hebûn lingekê wan li nav hikûmetê bû û lingêndin weke opozisyon li dijî hikûmetê kar dikir, ji aliyekî di hikûmetê da beşdar bûn û ji aliyek din bi xwepîşandnan hewila herifandina hikûnetê dida ku ev yek li çi dira cîhanê çênebûye,bûyerên piştî encamdna referendûma serxwebûna Kurdistanê,    her serowkezîrek din û her kesatiyek din li cihekê cîhanê ba, ez bawer dikim, da teslîm be û ji berpirsyariyê bireve, lê Nêçîrvan Barzanî li ber xwe da, xweragirt û ji berpistiyarî nerevî û milê xwe da ber wî barê gelek giran û bi karîzma, zanîn,  jîrî û jîhatiya xwe ew karî bi ser wan hemû kirîz û aloziyan da bi ser keve û başûrê Kurdistanê bigehîne vê rewş û qonaxa niha tê da ye.

Nêçîrvan Barzanî bi vê tecûbeya xwe gelek zengîn ve ji serokwezîrtiyê diçe serokatiya Herêma Kurdistanê. Di bin serokatiya wî da dê Herêma Kurdistanê derbasî qonxeke geştir û pêşkeftîtr bibe, bi taybetî di warê têkeliyên bi welatên cîhanê ra û berjwendiyên wan welatn bi Herêma Kurdistanê ve girêbide.

12.6.2019

Nasrat Hacî

Back to top button