Serokê Herêma Kurdistanê: Bila niştîman komkerê me hemûyan be

Piştî serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di rewrismekî de sund xwar, axavtinek kir. Aavtina serokê Kurdistanê li Kurdistanê û cîhanê deng veda.

Axavtina serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:


Birêz Cenabê Serok Barzanî,
Birêz Cenabê Dr.Berhem Salih Serokkomarê Iraqa Federal,
Birêz Mihemed Helbûsî, Serokê Perlemana Iraqê,
Birêz Mewlûd Çawiş Oglo, Wezîrê Derve yê Turkiyê
Birêz Samir Elsebhan, Wezîrê Dewleta Si`ûdiyê bo Karûbarên Derve,
Birêz Serokê Perlemana Kurdistanê,
Birêz Baliyozên welatan li Iraqê,
Dîplomatkar, Serkirde û Siyasetmedar û Aliyên Siyasî,
Mêvan û amadebûyên xweşewîst li Iraq, Herêma Kurdistanê û li her cihê ku we zehmetî kêşaye û we teşrîf kiriye,
Hemwelatiyên Ezîz yên Herêma Kurdistan û Iraqê,

Roja we baş be û hûn hemû bi xêr hatin.
Cihê xweşhaliya me ye ku îro hûn hemû li vir in û li vê rêûresmê li gel me beşdar in.

Birêz Serokê Perlemana Kurdistanê û endamên Perlemanê, nûnerên Gelê Herêma Kurdistanê bi hemû reng û bîr û bûçûnên xwe:

Spas ku hûn weke nûnerên gel, we deng da bo hilbijartina min weke Serokê çar salên bê yê Herêma Kurdistanê. Spas bo hemûyan, ew ên deng dan, ew ên deng nedan, ew ên Roja Dengdanê neçûne Perlemanê. Spasiya we hemûyan dikim.

Her yek ji we, bi xwestina xwe û bi nûneratiya dengder, li ser raspartina wê hizba ku nûneratiya wê li Perlemanê dikin, maf û erkê dîmukrasî yê xwe birêve bir. Li vê demê, mezintirîn deskeftina berdewambûna Proseya Dîmukrasî li Herêma Kurdistanê ye.

Spas ku we bawerî da min.

Di rojeke weke îro de û di dema xweamadekirinê bo vî erkê nû de, gelek bîranînên xweş û nexweş têne bîra me, hin rûdan dûr in, lê belê di hestên me yê mirovatiyê de xwe çespandiye û bi asayî nayên jibîrkirin. Em wan ji bîr nakin, ta em ji wan fêr bibin.

Hin rûdan çendîn nû ne, hîn xweşî û nexweşiyên wan di hest û hizir û karê me yê rojane de, xwe têkel dikin. Nexweştirîn bîranînên nû, êrîşa dirindane ya DA`IŞê li ser çendîn bajar û bajarok û gundên Herêma Kurdistan û Iraqê ye. Şêweyê kuştara terorîtane ya DA`IŞê her kes tûşî şokeke bê wêne kir, duniya hejand.

Gelek kesan pêşbîniya dirindeya bi wê corê nedikir. Gelek kesan bawer nedikirin ku di Sedeya Bîst û Yekê de hêzeke weha tarîperist, bi wê hemû dirndeyî û hemû tawan. Di demeke kurt de ku terorist li merem û mebestên xwe bo toqandina duniyayê, serkeftî bin.

Cenabê Serok Barzanî, roleke sereke di lidijderketina terorîstên DA`IŞê û têkşikandina xewna tarîperist û wêrankariya wan, hebû. Cenabê Serok weke Fermandeyê Hêza Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê, bi hemû karînên xwe rastewxo beşdarî parastin û bergiriyê di ber Herêma Kurdistanê de kir.

Hebûna bi şev û roj li bereyên şer li gel Pêşmergeyên Qehreman, bi sebir û xweragirî, ezmûna Pêşmergayetiyê ji (16) saliya xwe ve ta îro xiste xizmeta bergirî û parastina jiyan û mirovayetiyê de li hemû Herêm û Iraq û li ser asta Cîhanê jî.

Di wê qonaxa sext de, ji bilî rola serbazî ya yekalîker û bilindkirina moral û baweriya Pêşmerge di bereyên şer de, Cenabê Serok Barzanî bi ezmûna nêzîkî (55) sal xebat û tekoşîna xwe di şoreş û serkirdayetî û rêbertiya Şoreşê de, bi hikmet û zanîn û şarezahiya xwe, Gelê Kurdistanê ji êrîş û metirsiyeke rasteqîne, bo kenara aramiyê derbas kir.

Ev rêwresma îro jî ku zada Proseya Dîmukrasiyê ye, berhemê xebat û têkoşîn û kolnenada Cenabê Serok Barzanî û tekoşna Gelê me ye. Berhemê xebata berev dîmukrasîkirina Herêma Kurdistan ye.

Piştî Raperînê, Adara sala 1991ê di kombûneke cemawerî de li Koye, bo cara yekem Cenabê Serok Barzanî daxwaz kir ku ji bo birêvebirina Herêma Kurdistanê hilbijartin werin encamdan û Gelê Kurdistanê nûnerên xwe di prose û dengdaneke dîmukrasî de hilbijêre. Di Pêşerojê de jî mêjûya xebat û tekoşîna u serkrdayatiye Serok Barzanî, dibe jêdera îlhama me ji bo pêngavên durust berev pêşerojê.

Pêşmerge, bi alîkarî û hevkariya Hevpeymanên Navdewletî bi serokatiya Emerîkayê, hevmil li gel hêzên Iraqê Artêş û Heşda Şe`bî, di azadkirina navçeyên dagîrkirî û rizgarkirina xelkên dîl û bêkarîn yên jêr destê DA`IŞê serkeftin bi dest xwe ve anîn. Me hemûyan qurbaniyên mezin di çarçoveya azadî, serbestî û mafê jiyan û niştîman û gelê me de, dan.

Silav û rûmet ji bo giyanê pak yê şehîdan, silav li kesûkarên wan yên serbilind, hêviya çakbûnê bo birîndaran dixwazin. Silav li Pêşmerge û hêzên Iraqî, li Artêş û Heşda Şe`bî û ew hêzên ku rola xwe ya mêjûyî di qonaxa nazik ya Herêm û Iraq û Cîhanê de dîtin. Bergiriya me bergirî di ber mirovahî, mafê jiyan û serfiraziyê de bû.

Welatên Hevpeyman dijî DA`IŞê roleke karîger û biwêrane di hevkarî û serpereştiya Pêşmerge de ji bo bidawîanîna desthelata terorîstên DA`Şê dîtin. Spasiyeke bê sînor bo Hikûmet û hêzên

serbazî yên Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Emerîka û hemû welatên beşdar li navçe û Cîhanê, ku bûne hevkar û gerentiya vegerandina hêviya jiyan û aştî û azadiyê, li Herêm û Iraqê.

Pêşmerge tekez kir ku weke herdem dikare bergiriyê di ber welêt de bike. Di qonaxa bê de em ê hemû hewlan bidin ku li ser hemû astan Pêşmerge were birêkxistin û bihêzkirin û weke beşek ji sîstema bergiriya Iraqê, maf û şayîsteyên xwe yên destûrî bi dest xwe ve bîne. Em spasiya Hevpeymanan dikin ku ji bo vê mebestê hevkar û piştevan in.

Birêzan,
Herêma Kurdistanê weke herêmeke federalî destûrî Iraqî, tekez kir ku beşekî diyar û karîger yê navçe û Civaka Navdewletî ye û rola xwe ya berçav di parastina seqamgêrî û hevsengiya aboûrî û siyasî ya navçeyê de heye. Hemû pêşketinên siyasî û abûrî û ferhengî û civakî yên navçe û Cîhanê, karîgeriya xwe ya rastewxo li ser Herêma Kurdistanê heye.

Ji ber wê yekê qonaxên bê, hevkarî û hemahengî û perepêdana bêtir yên peywendiyên Herêma Kurdistana li gel Iraq û welatên navçeyê û dostên me li Cîhanê ji me tê xwestin. Ji bo vê mebestê û li ser binemayên berjewndiya hevbeş û rêzliyekgirtinê, me divê destê hevkarî û hemahengî û karê hevbeş bo hemûyan dirêj bikin.

Li ser asta Cîhanê û li piraniya welatan, em di qonaxeke nazik ya ciyawaziya siyasî û civakî re derbas dibin. Civaka me jî, weke her civakeke mirovahiyê, ne bê daxwaza serbestî, azadî, geşeya civakî û xweşguzerane ye. Di heman demê de, weke piraniya miletên din, em ne bê milmilaniya siyasî, civakî, abûrî û ayidiyolojî ne.

Li ser asta navxweyî ya Herêma Kurdistanê, em gelek caran di ferhenga me ya siyasî û nerîtiya mîdiyayî de, em bêtir ji pêwîstiyê balê dikişînin li ser milmilanî, netebayî û neyekrêziya me, bila ji îro û pê ve li ser hemû astên civakî û siyasî em bi hev re kom û teba û saz bin.

Ez bawer nakim ku ev daxwazeke derveyê karînên hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê be. Ez bawer nakim ku her kesê xwemxwarê vî miletî be, wê yekê nexwaze. Kombûn, tebayî û sazana me, nabêjin ku em ciyawaziya bîr û boçûnên xwe ji dest bidin

Ez dizanim ku milmilanî û ciyawazî her dimînin, ev tiştekî asayî ye, lê belê ez daxwaz dikim bîrkirina me nekomdengî, neteba û nesaz nebe. Li şûna hizra me li ser çawaniya binkolkirina hev be, bila bîr û tevger û kirdarên me bi hev re û avaker ji bo lêgerînê ji bo çareseriya hevbeş û pêşeroja hevbeş bin.

Bila niştîman komkerê me hemûyan be, bila nûnerên pêkhateyên Herêma Kurdistanê, bi hemû reng û ciyawaziyên xwe, beşdarî vejîna Herêm û bihêzkirina binemayên pêşketinê berev pêşeroja me bikin.

Daxwaz û xwesteka min weke Serokê çend salên bê yê Herêma Kurdistanê ew e ku bi hev re kar bikin da ku bicîkirina armancan ji me û ji her hizbeke me mezintir be.

Em bi hev re arasteya xwe ya hevbeş destnîşan bikin. Bi hev re li ser asta Herêm û Iraqê, bi hev re li gel cîranên xwe, bi hev re li gel dostên xwe yên navdewletî, bi hev re li gel rêxistinên navdewletî, rewşa guncaw bi serdemê re û civaka hevbeş ya Herêmê, jiyan û niştîmana xwe ya hevbeş biparêzin.

Min ti guman nîne ku dema em bi hev re nexşerêya nû ya hevbeş ji bo Herêma Kurdistan û Iraqê saz bikin, em rê şaş nakin. Ji bo hemûyan eşkere dibe ka em bi berev çi ve pêngavan datînin û çi pêwîst dibe ji bo gihiştinê bo armanca me ya hevbeş.

Divê em bi Hikûmeta Federal li Bexdadê bi hev re ji bo dîtina çareseriya hevbeş di çarçoveya Destûra Federal ya Iraqê de kar bikin. Ew destûra ku gelên Iraqê çendîn sal xwe pê dibînin ta bibe binemaya Iraqeke nû, ku tê de mafên Herêm û hemû

Iraqiyan di çarçoveya hikumraniyeke demukratî federalî biparêze. Destûreke ku dengderan çar li ser penc li seranserê Iraqê dengê xwe danê.

Destûreke federal ku cîbicîkirina hemû made û bendên wê bibe gerentorê pêkvejiyan, jihevgehiştin, hevpesendkirin û bihêzkirina Proseya Siyasî li Iraqê.

Me hêvî bi destûrê hebû, lê belê mixabin nikarî weke xwe were bicîkirin. Nikarî wê Iraqa nû ava bike ku hemû gelên Iraqê xewna xwe pê dikir. Ew Iraqa nû ku Herêma Kurdistanê di hewla avakirina hemû dezgehên wê de, rol û beşdariya kara hebû û bergirî di ber de kiriye.

Li Iraqê ti şûngirekî din ji destûrê re tuneye. Li gorî ezmûnê em weha dibînin ku piştguhxistin bi mebest û bê mebest, yan cîbibicînekirina her bendeke wê destûrê, dibe sedema serhildana nakokî û netebayî û nesaziya nû navbera pêkhateyên Iraqê de.

Em dikarin bi jihevtêgihiştin û karê hevbeş careke din destûra xwe sax bikin. Em rêzê lê bigrin û bê ciyawazî cîbicî bikin. Da ku tarîperistên mîna DA`IŞê durust nebin, karesata weke Şingal û navçeyên din yên Iraq û Herêma Kurdistanê dubare nebin.

Ta ku Iraq û Herêma Kurdistanê aramtir û avatir bin û ji metirsiya şer û terorê dûr bin ku hîn bi cidî êrîş li Iraq û navçe û li Cîhanê dike ji me tê xwestin ku em bi hev re hevkar û hemaheng bin bo rûbirûbûn û nehiştinê.

Amedebûyên Birêz,
Di dîroka me ya dûr û nîzîk de şer bû sedema wêrankirin, paşxistina civakî û lawazkirina abûriya me. Pir caran nayê li bîra şerfiroşî ku agirê şer li mala wî jî vedigere. Baştirîn nimûne ku tê bîra me hemûyan, êrîşa Rêjîma Bas bû li ser Kurdistan, Iran û Kiwêtê. Di dawiyê de Iraq wêran bû, xelkekî zor ên bêguneh hatin kuştin. Jiyan û abûrî û rewşa deroniya xelkê welêt hate têkbirin.

Bikaranîna çekên kîmawî û biryara komkujiyê, bûye siyaseta rêbazkirî ya Rêjîmê. Ta niha jî xelkê vî welatî û vê Herêmê û navçeyê jî, baca siyaseta şerfiroşiyê ya vê qonaxê didin û hîn jî ne diyar e kengî bandorên wê yên xerap bi dawî tên.

Bila birîna me ya berê bi lêborîn û sinîgferehiyê were dermankirin, ne bi tolhildan û pilana negoncaw li gel pêkvejiyanê.

Amedebûyên Birêz,
Kurdistaniyên Xweşewîst.

Bila em bi hev re, bi eşkere, bi niyaza pak û bi karîn û helwestên niştîmanperwerane, gavên avakerane bo rêkeftinê li ser nexşeriya hevbeş danin, bo welat û hikumraniyeke bê cudahiya neteweyî, olî, mezhebî û navçeyî.

Gelê Kurdistanê herdem mirovdostî û jiyandostiya xwe nîşan daye. Cihê şanaziya Tevgera Rêzgarîxwaza Kurdistanê ye ku ti carî rê nedaye şerên Rêjîmên berê yên Iraqê ku li ser Kurdistanê sepandî bûn, bibine şerên navbera Kurd û ereb de.

Gelek caran xelk behsa wê yekê dikin ku seranserî Iraqê bi samanên siruştî dewlemend e, bila em ji îro û pê ve ji bo xwe û hemû dunayê tekez bikin ku li cem me parastina jiyan û pêkvejiyanê ji jêderên siruştî girîngtir e.

Li ser asta Herêmê, bila em bi hev re siyaseta aştiya civakî, pêkvejiyan û geşeya abûrî û lihevkirina siyasî danin. Guhertina bilez ya Herêmê pêwîstî bi dîtina hevbeş heye, dûr ji nakokî, nelihevkirin û neyekrêziyê be.

Di dawiyê de, em hemû di ber serkeftin û nişustiya me de berpirs in. Pêwîstiya Hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê bi parastina maf û mulk û sermiyana abûrî û civakî û mirovî heye.

Dema em hewil didin, pêkvearamî û asayîşa Herêmê biparêzin, bihêz bikin, di demê ku em berdewam hewil didin bo vejandina abûrî û rêkxistina peywendiyên xwe bi dostên dûr û nêzîk û cîranên xwe re, nabe em wê yekê ji bîr bikin ku her yek ji wan jî bi heman şêweyê me berjewendiya xwe ya siyasî, abûrî û civakî heye.

Bihêzkirina peywedniyan bi welatên cîran li ser binemaya jihevtêgihiştin û rêzgirtinê, berjewendiya hemûyan di çarçoveya Yasaya Navdewletî û dab û destûra dîplomasî û serweriya her welat û pêkhateyên destûrî de diparêzin.

Bêguman erkê Serokê Herêmê divê rê xweş bike û zevîsaziyê ji bo lihevnêzîkbûna Herêmê bi cîranên me re ji bo geşepêdana abûrî, bazirganî, bihêzkirina peywendiyên dîplomasî û dîtina çareseriya hevbeş ji bo pirsgirêk û berjewendiyên hevbeş peyda bike. Ev cor ji kar tu carî nebe metirsî li ser Iraqê, lê dibe ku bibe sedema bihêzkirina peywendiyên dostane û cîrane li ser hemû astan.

Mêvanên Birêz,
Hemwelatiyên Xweşewîst,
Parastin û geşepêdana peywendiya Herêmê bi dost û hêzên navdewletî re ku man û seqemgîriya Herêmê mebest û bi berjewendiyane, dibe erk li ser milê Serokê Herêmê. Em hemû dizanin, ku bê hevkarî û hemahengî û hawarhatina hêzên navdewletî, DAIŞê

dikarî ziyaneke pir mezintir bi Kurdistanê û Iraq û Cîhanê bigihanda. Bêguman hevkarî û alîkariya serbazî, bûye sedema serkeftina berevaniya me ji bo şikandina DAIŞê.

Spas bo xweragirya yek bi yek ji xelkê Kurdistanê, ku di şer û kêmbûna mûçe û sistiya bazara kar û daketina çalakiyên abûrî, ku li hestiyariya kirîzê têgihiştin û alîkariya Hikûmeta Herêmê kir, ta ku sextî û nehametî û nebûna di van salên bûrî de, bi serberzî derbas kirin.

Eger ezmûna çend salên bûrî rênîşandera me be, divê em li ser wê rastiyê kom bibin weke hemû civakake serdem, dan bi cûdahiyên me, nabe rêgirê liserxistina daxwaz û mebest û berjewendiya giştî ya Herêma Kurdistanê.

Serbarê hemû ciyawazên me, dahatineke baştirîn bo nifşê niha û nifşên pêşerojê. Serkeftina nifşê niha li xwendin û fêrbûn û şarezahiya di zanist, ferheng, teknelojiya, endezyarî, pizîşkî, civaknasî, derûnasî, dîrokî û babtên peywendiyên mirovî, civaka me berev pêşerojeke geştir de dibe.

Pêkvajiyana me, geşeya civakî, abûrî, siyasî, û di her warekê din de be, pêwîstî bi karê cidî û guncaw bo parastina siruşt û.

Jîngehê heye, bi corekê bi berpirsiyaretiya niha û qonaxa me ya bê de, jîngeh weke jêdera sereke ya jiyanê, zerermend nebe.

Bi karê me yê hevbeş em wefadar bo xebata nifşên li pêşiya me dibin. Bi emanet em welatê xwe didin destê nifşên pêşerojê. Bo gihiştin bo armanc û karê hevbeş, weke Serokê Herêm, Bi hemû karîna û ezmûn û xwestina xwe û posta xwe , bi hemû cidî bi kar tînim bo hevkarîkirina Birêz Serokwezîrên Nû û Kabîne û hemû wezîranên wê, ta ku li berpirsiyaretî û di karê xwe de serkeftî bin. Serkeftina her kesekî ji me, serkeftina me hemûyan e.

Careke din hemû Kurdistaniyên Ezîz piştrast dikim ku Serokatiya Herêm dê bibe sêwana yekrêzî û komkirina hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê û pêkhateyên isnî û olî, cudahiya bîr û baweriyan, dike xizmeta pêkvejiyana aştiyane û aramiya gelê kurdistanê de.

Herêma Kurdistanê mala hemû Kurdistaniyan e bi hemû cudahiyên xwe, Serokatiya Herêmê jî dibe sêwana vîna daxwazî û mafên wan bê ciyawazî. Ji bo hemûyan e û bi yek çavî li hemûyan temaşe dike.

Ez tekez dikim ku aramî û aştiya civakî û gerentîkirina mafên kesayetî û civakê, armanca me ya sereke ye bi rêya diyalog di çareserkirina hemû pirsgirêkên navbera Herêm û Hikûmeta Federal de di çarçoveya destûr de, herwiha parastina peywendiyên dostane bihêz bi welatên cîran û navçeyê re û berdewamkirina bihêzkirina pêgeh û senga Herêma Kurdistanê li ser asta herêmî û nevdewletî.

Em Karê cidî dikin û hemû hewlan didin ji bo bidestxistina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê, gerentîkirina mafên mirovan û azadiyan û buha û prensîpên Cîhanî yên pêşketî, dabînkirina mafên û şayesteyên hemû çîn û pêkhateyên civakê, jinavbirina hemû corên tundûtûjiyê, bihêzkirina pêkvejiyan û lihevkirin û hevpejirandin di welatekî de ku welatê hemûyan be û her kesek xwe bi xwedan nas bike. Em hemû yek rok li ser derdikeve û yek esman me vedihewîne, û me yek pêşeroj û çarenivîs heye.

Spas bo serok û serkirdeyên welatan û her kesek li Herêma Kurdistan û Iraqê û li her cihê Cîhanê be, ku bi name û birûsk û peywendiya zindî, pîrozbahî li min kir.

Dûbare spas bo amedebûna we, hêviya serkeftin û rojeke xweş ji bo we dixwazim.

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: