Cîhan

HRW: “Çarenivîsa 8,500 kesî ji malatên DAIŞê li kampên Sûriyê ne diyar e”

Rêxistina Human Rights Watch‎ ragihand ku çarenivîsa bi hezaran ji endamên malbatên DAIŞê yên li kampên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ne diyar e, û hejamrek mezin ji nişteciyên kampa Holê reviyane.

Rêxistina Human Rights Watch‎ di raportekê de diyar kir, “Çarenivîsa derdora 8,500 kesî ji malatên DAIŞê li kampên Bakurê Rojhilatê Sûriyê ne diyar e û piştî hikûmetê kampa Holê kontrol kir, hejmarek mezin ji nişteciyên wê bi awayekî ne rêxistinkirî reviyan”.

Human Rights Watch‎ da zanîn, “Bi hzaran jin û zarok bi salan li nava kampa man, û gelek ji wan nehatine dadgehkirin ji ber welatên wan red dikir wan vegerînin”.

HRW da zanîn “Gelek hikûmetan welatiyên xwe venedgerandin bi behanye ku kamp di destê aliyekî ne hikûmî de ye. 7 sal in mijara vegerandina wan kesan bo welatên wan tê derengxistin û ev dem demeke dirêj e”.

HRW got jî, “Niha ev bihane nemaye û divê hemû welat, welatiyên xwe yên li wan kampan vegerînin”.

*12,500 kes ji bêtirî 60 welatî

Li gor amarên rêxistina Human Rights Watch‎ Heta nîvê meha Çileyê, 28 hezar kes li herdu kampên Hol û Roj diman, ji wan 12,500 kes biyanî ne ji bêtirî 60 welatî, her weha 4 hezar welatiyên Iraqî jî hebûn.

*Metirsiyên ewlehî û mirovî

HRW di raporta xwe de tekez kir, “Mîkanîzma derketina bilez û bêserûber a wan kesan ji kampan metirsiyên ewlehî û mirovî çêdike” û ji hikûmetê xwest, “Divê kesên werin derxistin bi awayekî rêxistinkirî derkevin û rêkarên yasayî yên ron werin birêvebirin”.

Back to top button