Teknîk
Hîtler 15 heb UFO çêkirîbû
Kovara Zanistî ya Alman PM îdia dike ku di dema NAZİ’yan de alavên weke UFO hatîbûn çêkirin û herwiha bi awayekî serkeftin hatîbûn firandin.
Li gor raporta gotarê di sala 1944’an de gelek însan şahîd bûn ku li Îngîlîstanê û li ser asîmanên çemê Thamesê firiyabûn.Li gor kovarê ji aliyê Naziyên Alman gelek dokumantên derbarê UFOyê hatin tinekirin lê di sala 1960’an de pisporên UFOyî yên Kanadayî hîn dokumantên hatin bidestxistin û ji nû ve hatiye çêkirin.
Li Pragê di navbera salên 1941 û 1943’an de bi awayekî 15 prototîp hatin avakirin û paşnavê endazyarên xwe (Schriever-Habermohl) hate dayîn.
Hate îdia kirin ku ger Hîtler pêwîst bidîtaya digel ew alavana planên êrîşa li ser bajarên London û New Yorkê jî kirîbû.