Civak

Kurdên Feylî ji Malikî wezaretek dixwazin

Mezintrîn partiyê Kurdên Feylî ya bi navê ‘Yekitiya Kurdên Feyli a Demokratîk’  ji Nurî Malikiyê ku ji bo avakirina hikûmeta nû hatiye peywirdarkirin, ji bo xwe wezaretek di nava hikûmetekî nû de dixwazin.
 
Yekitiya Kurdên Feyli a Demokratîk ji Nûrî Malikiyê daxwaza bidawîkirina kotayê û ji bo vekirina rêya zêdetirîn havîldarbûnê ji maf û azadiyên xwe daxwaza wezaretiyê dikin.

Kurdên Feylî di salên 1980’an de zilmên giranê re rû bi rû mabûn. Ji warên xwe hatine derxistin û mal û milkên xwe jî ji wan hatîbû stendin û ji Ereban re hatîbû dayîn.

Kurdên Feylî bi zorê ji cihên mayinkiriyê re hatin mişext kirin. Rejîma xwînxwar ya Baasê di sala 1988’an de operasyonên Enfalê da bû destpêkirin û di van operasyonan de jî bi hezaran malbatên  Kurdên Feylî hatîbûn kuştin.

Li gor agahiyên Wezarete Koç û Koçberi ya Iraqê 132.500 Kurdên Feylî ji cih û warên xwe hatin mişext kirin. Piştî têkbirina rejîmê 11200 Feylî vegeriyan axa xwe û Hemwelatiyên 5 Hezar Kurdên Feylî hatîbû dayîn.

Dadgeha Federal ya Iraqê di doza Enfalkirina Kurdên Feyliyê de bi dehan rêveberên rejîmê re cezayên îdamê dabû.

Back to top button