Sînorê navbera Îraq û Tirkiyê dê ji nû ve bê destnîşankirin
Kombûnek li bajêrê Duhokê hat sazdan û tê de berpirsên Iraqê-herêma kurdistanê û Turkiye amade bûn. Ev kombûna han ji bo destnîşankirina sînorê navbera Iraqê-herêma kurdistanê û Turkiye bû. Di meha cehzerana derbasbûyî jî de ev daxwaz ji alîyê Turkiye ve hatibû kirin, belê hîngê rewşa Iraqê rê nedida ku ev kombûna han bihê sazdan.
Li angora evê nûçeya Exbarulalem, rojnameya Milliyet a Turkiyeyî daye nîşandan, ku di evê kombûnê de behsa guherandina rêya rûbarê (çemê) xabûr û rûbarê hîzil hatiye kirin û heger weha bibe, dê şiva sînor ji alîyê bajêrê Zaxo tenê ve 40 kîlometreyan bihê guherandin.
Di meha cehzerana derbasbûyî de hat daxwazkirin, ku komîteyeka hevpişka Iraqê-herêma kurdistanê ûTurkiye bihê damezrandin, da ku behsa evê pirsê bi awayekî berfireh û ji hemû alîyan ve bihê kirin.
Sînorê navbera Iraqê û Turkiye jî, di sala 1926 de li angora rêkevtina Ankara ya navbera Turkiye-Iraq-Brîtaniya hat destnîşankirin. Li angora evê rêkevtinê, astana (wilayeta) Mûsilê û Kerkûkê bi dewleta Iraqê ve hatin girêdan.
Li angora nerîna berpirsên Turkiye, şiva sînor a ku niha di navbera Iraqê û Turkiye de ye, di biwarê ewledarîyê de ne rêxistî ye û ji ber evê yekê, gerek ji nû ve bihê destnîşankirin
PNA ( Peyamner News Agency )