Hişê zanyarî a rojhilat navînî di rûbirûbûna serkotkirinê

Hêzên yên li ser wêranî û parçebûna civakê dijîn, û mînaka diyar ew pêvajoya buhara erebî ye, ku mîna dûbarekirina nirxên hovîtî û dirindiyê bû û bi dîmenek e nûjen,  bi xwe re bizdan, aloziyên aborî û koçberiyên dûhevhatî derxist.

Rêber Hebûn

Pêşçavbûna  mirov ji rûxiserên jiyana xwe ve bi awayek î rêbazbûyî û bi şêwazek î ragîrbûyî ve  ewa parek e ji serlêdanê ye ji diyareyên civakê re û şopê wê li ser reftar û  berepêşiyên wî de, û bi zimanekî berpirs dikare bi kêmaniyên xwe re bide û bistîne bi giyanê rexneyê, taku şopa cîgehê di xwe de diyar bike û şopa wê ya razber li ser destnîşankirinên wî  de jî.

Pêşçavbûna me ji rûxiserên rewşên me yên pêşdestbûyî re ewa bi nav de çûnek e zindî ye ji tiştê ku li civakê de tev  diqewime di rêya pencereyên me yên xweser de, ji ber ku peywendiya takes û civakê peywendiyek e tevlihev e ,  tiştê wek dîrok lê binavbûye berz dike,  yê reweşt , pêgirtin, û sîstemên desthilatbûnê kurt dike.

Ji ber ku civakên yên li pey hev hatin e paşgukirin û dûrxistin ewan civakên yên têde takes paşguh  û bêrol bû , û di çarçoveya paşgukirin û zorenga deronî  de ligel hevparên  xwe yên lawaz hiş û sawîlk têgihîştin dorpêç bû.

Li gel wê ramana zanyarî bi temamî hatibû nediyarkirin ji komên yên bi peykeran bawer bûn, û xwe  ji melle , welî , generalên leşgerî û kesayetên bavanî  re noq kirin, û ev di rûxiserên civakên rojhilata navîn de diyar dibû, ji ber gelek derd kişandin ji serdeskirina ramana neberçav yê ji ol bi şaxê wê ya comî ve û ji netew bi rengê wî yê dûrxistî û şofînizm ve du destik in ji zordarî , neberçavkirin û  berfermankirinê, li gel vê yekê jiyana demukrat di hizrên tofên wan de hatibû gunokirin, û bi hişmendiya mildan û pêreviya hertimî ve hatibû  batîkirin.

Û belavbûna sûdwergirtina  rojarbûyî di nav civakên yên derdê niqombûna gemiya xwe û windabûna hevsarê jiyana xwe dikşîne bi encamê gedeliya siyasetmedarên xwe ve ,hîştibûn rûberên erdê xwe û temamî  hatinên wê  paşmakek e nemir be ji ewê tê binavkirin mêtingeriya derveyî, ji ber ku tiştekî normal e ku ew valabûna bê dagirtin hundirê civakên yên rêbaz û şêwazê ramana rexnekar windakiribû, û herwisa di wê de giyanê alîgirtinê  ji rêberên rizgarker re hatibû cîgîr kirin.

 lêkolîna li ser çawaniya berhemdana xwedî hişmendan pêvajoyek e zor e, pêdiviya wê bi bandorkirina zanyarî a hevrêzkirî heye di nav gelek zanyar de yên dixwazin şer  bi nezanîkirinê re bikin û  ew piştre têkrayek e ji destpêşxerî û karên curbicur in, dirjin di yek rêjgehê de, û ewa tekezî li dermankirina tiştê hatibû paşguh kirin û dan û standin bi aloziyan re, bi awayekî rêbazbûyî û bi giyanek e hevrêz, di navbera hemî  kesên ku li wateyê digerin ji gera mirovê hişmend yê sermedî di nav zorengên zehmet de ligel dadgehên sûraxkirinê ên riwên xwe aşkereikirin bi şêweyên diyarbûyî.

Û ev me dihlêle di ezmûnek e zehmet de, ku  çendîn em dikarin serkeftî bin ji bo rastiya berzbûyî di parastina destkeftiyan de û hemî kedên yên  ketibûn  di rûbirûbûna hêzên serkotkirin û  efsanê de,beranberê dengên bangdayî ji bo ji sawîra cengê  yên hevbendiyên wêranker encam dan rizgar bibin, hêzên yên li ser wêranî û parçebûna civakê dijîn, û mînaka diyar ew pêvajoya buhara erebî ye, ku mîna dûbarekirina nirxên hovîtî û dirindiyê bû û bi dîmenek e nûjen,  bi xwe re bizdan, aloziyên aborî û koçberiyên dûhevhatî derxist.

Ji bilî  aloziyên yên ji vê buhara xwînî ve derketin , bi nûkirina amûrên serkotkirinê beranberî dengên yên demukratî û azadiya derbirîn û nerînê di jiyana siyasî de dixwestin, ev bû sedem ji vegera hewayên tirsê ji pêşerojê , û bi awayekî mezin ji bo bicihkirina koçberiya takekesî alîkar bû, kêlek zanyarê bîrawer yê li benda dawîbûna jiyana serkotkir e, û vegera jiyana yê ji şaristaniyê gelek nirxên sirûştî werdigre, yê deqanokeke ramanî berhem dabû, û civakê hîştibû berve avakirin û  xweşiyê ve biçe, bi guherînê ji rêbaza ceng, û serkotkirina azadiyan,yên bi demê re teqandinê wek encamek e neyînî peyda kiribû.

Ew teqandina gewre  yê ji  kombûna şaştiyên desthilatdariyê dermafê civakê encam da, tiştê ku hîşt bêserûberî bicih bibe bi hemî şêweyên xwe yên koçberîbûyî, ji ber ku ji nû ve çareserî û guhertina demukratî binkeftî bû, ji bo ew gelên yên fêrî serkotkirin û çepikdanê ji kesê bi hêztir bibûn, û dijberiyên xwe li kêlek dijminê welatên xwe sekînîn, dema em  rikberiyekê di navbera desthelat û dijberiyê de dibînin li ser ku kîjanî ji wan  bêhtir xwe bi serve  hêzên herêmî bide, li ser hesabê gelên xwe li rojhilata navîn de, ji ber vê em desthelatiyek e rewa û hilbijartî nabînin û ne jî dijberiyek e rewa û civakê nûner dike dibînin,û ev jî xirabtirîn tişt e,û bi demê re gelek windabûn berhem dabû, ji valahî û tunebûna çareseriyê, ji ber ku pirojeyên herêmî , aloziyên civakî bi xwe re anîn, û encamên neyînî li ser cîhanê bi giştî anîbûn, û hişyarî bi metirsiyên pêşrojê dabûn.

Van kêşeyên dûhevhatî , yên civakên girêdayî bi zîncîrên tirs û serkotkirinê  dikşînin, ji encamê tengbûna hizrên serwer ji siberojê re, ji ber ku tiştek cîgirbûyî  û qayîm nîne, û her ku serkotkirin zêde bibe , tirs jî zêde dibe,û ji vir em dikarin bêjin ku ev tişt ne tenê di çarçova tirsê desthelatdar ku nemîne li dersthelatê lêbelê ew tirs ketibû hundirê hemî tofên civakê.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: