Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) daxuyanîyek derbarê girtina ofîsa televîzyona Rûdawê li rojavayê Kurdistanê ragihand. Di daxûyaniyê de CPJ banga rawestandina sekinandina êrîşên li ser rojnemevanên deverê tê kirin.
CPJ ku bingeha wê li New Yorkê ye, got ku li 2’ê Sibatê hêzên Asayîşê astengî danî ber tîma Rûdawê da ku merasîma oxirkirina 12 şervanên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) neşopîne. Ew şervan di şer û pevçûnên ligel çekdarên DAIŞ’ê li Hesekê de hatibûn kuştin.
Piştî merasîm bidawî bû, endamekî tîma Rûdawê ji alîyê Asayîşê ve rastî acizîyan bû , du karmendên din jî ji alîyê grûpeke nenas ve hatin revandin û îûkence kirin.
Di 5’ê Sibatê de, Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê biryar da ku karê Rûdawê li deverê rawestîne û destûrnameya kar ji rojnamevanên wê bikişîne.
Di derbarê êrîşên li rojavayê Kurdistanê li himber rojnemevanan, Şerîf Mensûr, kordînatorê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê yê CPJê dibêje:“Divê desthilatên Bakurê Sûrîyê hewildanên xwe yên sansurkirinê dijî tora Rûdaw rawestîne û êrîşên dijî karmendên wê bi tevahî vekolîn bike. Divê rê ji rojnamevanan re were dayîn ku ew bûyerên li deverê bi awayekî serbixwe bişopînin, bêyî ku hêzên Asayîşê tolhildanê dijî wan bike,”