Sekreterê Polîtburoya PDKê behsa guhertinên dawî yên rewşa siyasî ya Iraqê û pêwendiyên partiya xwe yên li gel YNKê û helbijartina serokomarê nû yê Iraqê kir.
Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî di hevpeyvîneke li gel beşa kurdî ya Dengê Amerîka de amaje bi wê yekê kir ku: ‘’Pirsgirêka Hoşyar Zêbarî bi rastî ne gendelî ye. Li gor raportên destpêkê yên ku me dîtiye, xirab birêve birina darayî bûye, yasaya karûbarên darayî hey eli wezaretê, yê ku ew kar kiriye ango ew karmendane berpirsin jê, yê ku dane dadgehê û hîn biryara dawî ya dadgehê jî ji dadgeha Kerx re nehatiye dayîn. Biryara Dadgeha Federal jî dê bikeve roja yekşemê, gelo dê biryara dawî jî bê red kirin, yan dê bê guhertin.’’
Mîranî ragehand, dîtina rêkeftinê jî li gel YNKê heye û ‘’Îro Kak Bafil dê bê gel Cenabê Serok, lê divê me berbijêrekî yedek jî hebe, êdî em li gel YNKê rêkbikevin yan rêknekevin. Dadgeha Federal nêrîna xwe biguhere yan neguhere, yedek başe û dê berbijêrekî me yê din jî hebe.’’
Fazil Mîranî got, nabe daxwaza yekrêziya kurd bê kirin û di heman demê de bê gotin ku hemû tiştek bo me û YNK jî bêbeş be. ‘’Serok Barzanî baş dibîne ku divê em dawiya tûnelê jî bin, her bigehin rêkeftinekî. Çi bi hevra ji tûnelê vegerin û çi bi hevra derbas bibin. Bi piştrastî divê em mafên biraderên YNKê jî dabîn bikin.’’
Fazil Mîranî got, rêkeftina li gel YNKê û li ser yek berbijêrê rêkeftin egera herî başe û got: ‘’Ev çendîn care serokomar ji biraderên YNKê re tê dayîn, ma qey çi dibe vê carê ji bo çar salan bila ji bo PDKê be û peywirên din ji biraderên YNKê re bê dayîn.
Mîranî bi aşkerayî got: ‘’Heta naha ji bo Kurdistanê peywira serokomar ti destkeftekî wê nebûye, lê meger kurdek bûye serokomarê Iraqê ew yek ji bo kurdan dîsa jî giringe. Ji ber yekem desthilata hatî diyar kirin a Iraqê ye. Ya din jî derveyî xwedê jê razî Mam Celal bo nimûne bixwe desthilat dida xwe û bi pêwendiyên kesî tiştek dikir ji bo Kurdistanê û bi rêya budce be yan bi rêyên meseleyên din be kar dikir ji bo Kurdistanê, lê piştî wî ti sûdek û destkeftekî wê peywirê ji bo Kurdistanê nebûye.’’
Mîranî derbarê veto kirina PDKê ya li ser navê Berhem Salih de jî got: ‘’Bi nêrîna me Kak Berhem hin pêngav avêtin pêwîstbû nekiriba. Wê ziyan gehande kurdan û ji bo kurdan ti tiştek nekiriye. Tişta em dibînin, ango ez dibêjim ew zîrekiya ku Berhem Salih heye ji bo kurdan bikarneaniye di serokomartiya Iraqê de. Ji bo YNKê û PDKê jî bikarneaniye. Dikare bê gotin ji bo xwe bikaraniye, ez naxwazim ji vê zêdetir meselê bikim kesî. Ji ber divê helsengandina Kak Berhem YNK bike.