Civak

Nehînîyên PKKê li Şingalê !

Çavkaniyekî nêzîkî serkirdeyên PKKê yên li navçeya Şingal û derdora wê, çend nepeniyên li ser êrîş û bombebaranên van demên dawî yên Tirkiyê li dijî baregehên PKKê û kar û planên çekdarên PKKê li Şingalê eşkere kirin.

Çavkaniyê ku nexwest navê wî were eşkekirin, ji K24ê re ragihand; di êrîşa esmanî ya van demên dawî yên Tirkiyê li dijî binke û baregehên PKKê de, hejmarek çekdarên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha diyar kir; ji bilî kuştina çekdarên PKKê, herî kêm 8–10 karkerên Ereb jî di wan bombebaranan de hatine kuştin, ku bi mebesta lêdana tunêl û veşargeh, ji aliyê çekdarên PKKê ve bo çiyayê Şingalê hatibûn veguhestin.

Dema bombebarana herî dawî ya Tirkiyê li Sinûnê

Herwiha eşkere kir; di bombebaranekê de li dijî cihekî civîna serkirde û çekdarên PKKê li nêzîkî komelgeha Xanesor, hejmarek çekdarên PKKê hatin kuştin, lê belê li gor zanyariyan, yek ji serkirdeyan ku di civînê de amade bû, rasterast piştî bombebaranê ber bi Rojavayê Kurdistanê reviyaye û ji wir bi awayekî nepenî çûye Tirkiyê. Lê belê navê wî eşkere nekir.

Got jî; di nava meha borî de PKK gelek civîn li sînorê Şingal û Sinûnê encam dan û li gor hinek çavkaniyên ku ji K24ê re axivîn, armanca wan civînan ew e ku gelek kesên li wê deverê bibin armanca êrîşên firokeyên Tirkiyê.

Çekdarên PKKê li sînorê Şingalê

Herwiha eşkere kir ku di wan bombebaranan de hejmarek erdnas (jeolog) û endezyar hatin kuştin, ku ji bo rênimayên lêdana tunêl û veşargehan, bo çiyayê Şingalê hatibûn veguhestin û hejmara wan ji 7 kesî kêmtir nebû.

Weke amaje pê kir, PKK ti car hejmara kuştiyên xwe eşkere nake, piştî demekê kuştina wan li cihekî din radigihîne (weke mînak; kesên di wan êrîşan de li Şingalê hatin kuştin, dibe ku piştî demekê ragihînin ku li Qendîlê an li cihekî din hatine kuştin) loma heta niha ti tiştek derbarê ziyanên canî yên di encama wan êrîş û bombebaranên firokeyên Tirkiyê de ranegihandine.

Mezargeha Şêb El Qasim li çiyayê Şingalê

Ew çavkanî eşkere dike ku ji komelgeha Xanesor heta digihîje mezargeha Şêb El Qasim li çiyayê Şingalê, PKKê herî kêm 20 tunêlên qebareyên cuda vekirine û cihên dijwar ên nav tunêlê, bi amûrên taybet vedikin û cihên hêsan jî bi karkeran didin vekirin.

Herwiha eşkere kir; piraniya xwepêşandanên li nahiya Sinûnê û Şingalê, bi fermana PKKê têne kirin, çekdarên PKKê welatiyên Ereb ji cihên din bi otomobîlan vediguhezînin navenda wan navçeyan, çimkî piraniya xelkê wan, naxwazin bibin qurbaniyên siyasetên PKKê.

Beşdarkirina Ereban bo xwepêşandanên Şingalê ji aliyê PKKê ve

Jêder:K24

Back to top button