CîhanRojev

Amerîka hemwelatiyên xwe ji Ukranya dide aliyekî

Serokê Amerikayê Joe Biden ji hemwelatiyên Amerikayê daxwaz dike ku, ew demildest Ukranyayê bi cih bihêlin.

Joe Biden di kanala MBCî de daxûyaniyek ragihand û dibêje: Em hêzên xwe yên leşkerî rênakin Ukranyayê. Ji ber ku hatina hêzên me û Rusyayê li Ukranya dibe sedema şerek cîhanî. Cêhana niha ne wek berêye û cudatir e. Biden dixwaze hemwelatiyên Amerikayê zûtûrûn dem Ukranyayî bi cih bêhêlin.

Ji xwe serokê Rusya Putên di daxûyaniyeka xwe de Ewropayê tehdît dike û dibeje: Eger şerek rû bide Ewropa hemû dişewite.

Li aliyê din Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihandiye; eger şer biqewime, Ewropa dê bi temamî bişewite.

Li gora tê zanîn Rusya 128 hezar leşker li tixûbê Ukranya bi cih kiriye û li himber vê Amerikayê kasî 3 hezar serbaz rêkirine Ewropa rojhilat.

Back to top button