Nivîsar

Li Iraqê serokkomarî û pirsgirêke mezin.

Di sala 2018an de dema serokkomarî hat rojevê. Kurdan xwestin ku dîsa bi konsensusê serokkomar hilbijêrin. Diviyabû ku endamekî PDKê bibe serokkomar. YNKê di berendamê xwe de bi israr bû. Hezar mixabin Berham Saleh dihat zanîn ku ji YNKê qetiyaye. Li ser navê xwe partiyek ava kir…

İbrahîm GUÇLU

([email protected])

Demek dirêj bû ku li Iraqê hilbijartina giştî hat lidarxistin. Hewcedarî ew bû ku serokê meclîsê bi lez bê hilbijartin. Pişt re jî serokkomar ji aliyê meclîsê ve bê hilbijartin. Serokkomar jî, ji bona ku hikûmet ava bibe, serokê partiya ku d imeclîsê de xwediyê parlamenterên zede wezîfedar bike ku ew jî hikûmetê ava bike.

Hezar mixabin wek her deme ev pêvajoya dîsa dereng ket. Heta nûha bes serokê meclîsê hat hilbijartin. Diviya bû ku di 7ê Sibatê de serokkomar bihata hilbijartin. Ji bona ku di civîna Meclîsê de piranî pêk nehat. Loma serokkomar nehat hilbijartin. Lewra ji bona hilbijartina serokkomar pirsgirêkeke mezin hat rojevê. Wek tê zanîn ji bona serokkomar du berendam hene. Yek berendamê PDKê Hoşyar Zêbarî ye,  yê duyemîn jî berendamê YNKê Berhem Selah e.  Hemû pîvanan û dengên dihilbjartina serokê meclîs hatibûn bikaranîn diyar dikir ku berendamê PDKê Hoşyar Zêbarî dê dihilbijartinê de bibe serokkomar.

Hezarmixabin  beriya hilbijartina serokkomar, nîjadperestên ereban serî li Dadgeha Bilind ya Makezagonê dan, ji bona berendamê PDKê Hoşyar Zêbarî pirsgirêk çêkirin. Ev pirsgirêke hîn çareser nebûye. Loma jî piraniya endamên Meclîsê ji bona ev pirsgirêke çareser bibe beşdarî civînê nebûn. Loma jî hilbijartina serokkomar pêk nehat.

Di hilbijartina serokkomarê Iraqê ya di sala 2018an de derket holê ku nîjadperestên ereban dixwazin ku serokkomarî ji deste kurdan derkeve, ereb jî bikarin bibin serokkomar. Ji bona vê yeke di sala 2018an de Berham Salih bi kar anîn. Nûha jî dixwazin Berhem Saleh bikar bînin. Lewra ew dizanin ku Berham Saleh kurdan temsil nake. Ew di sala 2018an de wek berendamê Dewleta Islamî ya kolonyalîst a Îranê hat hilbijartin. Di hilbijartina bê de erebên nîjadperest bikarin bibin berendamê serokkomar û bên hilbijartin. Min di sala 2018an de bal kişandi bû vê xeteriyê.

Ji bona ku pêşiya vê xeteriyê bê girtin divê em pêvajo û struktûra hilbijartina serokkomar baş fahm bikin.

Di sala 2003an de Rejîma Baasê bi detwerdana Emerîka û hêzên hevpeyman hat rûxandin. Sîstema ku Baasê ava kiribû û leşkerên Baasê jiholê rabûn. Dewleta Iraqê ji nûve ava bû. Beriya ku Rejîma Baasê têk biçe û jiholê rabe kurdan di sala 1992an de biryar dabûn ku Iraq bibe dewleteke federal. Gor vê biryarê û senaryoyê kurdan xwe rêxistin kirin. Li beşekî mezin ya Başûrê Kurdistanê sîstema federal ava bibû.

Loma jî dema ku Dewleta Iraqê jinûve ava bibe, modela federal li ber çavan bû û li Kurdistanê jî birêve diçû. Lê hezar mixabin Emerîkayê dixwest ku dewleteke ji 18 eyaletan ava bike. Serokê YNKê jî ev modela pejirandibû. Ev modela wek peymanekê jî biniviskî anîbûn rojevê. Lê ev sîstema ji aliye Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û PDKê ve nehat qebûl kirin. Gelek aşkere hat diyar kirin ku li Kurdistanê sîstema heyî ya federal dê bimeşînin.

Di encama gelek danûstandinan de pêşniyara Serokê Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî hat pejirandin. Biryar hat dayin ku Dewleta Iraqê bibe dewleteke federal.

Makezagon, ji bona Dewleta Federal ya Iraqê hat amade kirin. Di sala 2005an de encama referandumê makezagon hat erê kirin. Dewleta Iraqê, ji aliye hiqûqa Iraqê û hiqûqa navneteweyî ve bû dewleteke federal û hevbeş ya kurdan-ereban û hemû civatên neteweyî..

Piştî ku makezagon hat qebûl kirin, gorî sosyolojiya neteweyan û mezheban di hilbijartina serokê meclîsê, serokê hikûmetê, serokkomar de lihevhatineke civakî û neniviskî û centîlmenî pêk hat. Gor ev peymana neniviskî: Biryar hat girtin ku serokê Meclîsê ji erebên sûnî, serokkomar ji kurdan, serokwezîr jî, ji erebên şîî be.

Piştî hilbijartina giştî ya yekemin ev peymana neniviskî pêk hat, sîstem gor wê peymanê ava bibû.

Serokkomar di destpêkê de bi konsensûsa kurdan hat hilbijartin. Ji bona kurdan du kesan dikarî bibe serokkomarê Iraqê. Ew du kesan, Birêz Mesûd Barzanî û Celal Talabanî bûn. Birêz Barzanî ji bona ku nedixwest ji Kurdistanê dûr bikeve û wek serokê Kurdistanê bimîne, Celal Talabanî li ser navê kurdan bû serokkomarê Iraqê. Birêz Celal Talabanî serokekî kurdan yê karîzmatîk bû. Ji karêndikir zêdetir, hebûna wî ji bona kurdan bes bû û ciyê xwe dadigirt. Lê dema serokkomariya wî dema zêrîn bû, wî baş bi kar neanî. Wî jî, ji bona refêranduma Kerkukê xebateke balkêş û encamgirtî nekir.

Birêz Celal Talabanî heta ku jiyana xwe ji dest da li ser navê kurdan wek serokkomarê Iraqê ma. Piştî wî kurdan konsensûsa xwe domandin. Ji bona ji Celal Talabanî re rêz jî bê girtin, hevalê wî yê gelek nêzik û damezrênerê YNKê û demekê jî bibû serokwezîrê Kurdistanê Fûad Masûm, li ser navê kurdan bi konsensûsê bû serokkomarê Iraqê. Hezar mixabin Fûad Masûm li ser navê kurdan temsîleke baş nekir, ji bona serokkomarî bi giştî jî karekî baş nekir.

Di sala 2018an de dema serokkomarî hat rojevê. Kurdan xwestin ku dîsa bi konsensusê serokkomar hilbijêrin. Diviyabû ku endamekî PDKê bibe serokkomar. YNKê di berendamê xwe de bi israr bû. Hezar mixabin Berham Saleh dihat zanîn ku ji YNKê qetiyaye. Li ser navê xwe partiyek ava kir. Bi partiya xwe beşdarî hilbijartina Kurdistanê bibû, hîç serkeftinek neanîbû. Ji aliye din de diyar bû ku ew ji aliye Dewleta Îranê û Haşdî Şabî û nîjadperesetên ereban ve tê piştgirî kirin.

Di encamê de berendamê PDKê Fûad Huseynî û berendamê YNKê Berham Saleh beşdarî hilbijartina serokkomariya Iraqê bûn. Tîfaqa qirêj bi Fûad        Huseynî serokkomarî dan wenda kirin. Loma jî Berham Saleh nebû serokkomarê kurdan. Bû serokkomarê tîfaqa qirêj.

Lê di sala 2018an de jî derket holê ku erebên faşîst û nîjadaperest dixwazin ku serokkomarî ji kurdan bigrin. Lewra pişt re wan ev nêrînên xwe gelek vekirî jî anîn ser zimên.

Di vê qonaxê de jî PDKê ji bona ku di mijara serokkomarî de konsensus çêbe gelek hewil da. Hezar mixabin bi YNKê ve lihevkirinek pêk nehat.

Loma jî PDKê Hoşyar Zêbarî û YNKê jî Berhem Saleh wek berendamê serokkomarî nişan dan. Aşkere bû ku Berham Saleh nikare qezenç bike. Ev car erebên nîjadperest lîstikeke din ya mezin çêkirin.Ji bona ku  berendametiya Hoşyar     Zêbarî bixin û têk bibin, lîstikeke dadgehê rêxistin.

Gelekaşkere ye ku ev nûha li Iraqê pirsgirêkeke mezin e. Divê ku çareser bibe.

“Berendamê PDKê yê serokomarê Iraqê Hoşyar Zêbarî helwêstê xwe derbarê biryara dadgeha federal de ragehand.

“Zêbarî di tora xwe ya civakî facebookê de derbarê biryara îro ya dadgeha federal de ragehand; Em derbarê ragirtina berbijêrbûna min a demkî de rêz li biryara dadgeha federal digrin, ku heta dema zelal kirina wê doza hatiye vekirin, ji aliyê hin kesên xwe bi desthilatê ve girêdane yên ku bi rojên beriya reformê ve girêdayî ne û baweriya me jî bi wê heye ku dadgeh dê bigehe heman wê nêrîna saziyên dewletê û teqez jî bike ku mercên xwe berbijêr kirina min hene ji bo peywira serokomartiyê. Ew gotegotên tên belav kirin jî ne tiştekin û tenê ji bo xwe bi desthilatê ve bizeliqînin û pê ve bimînin ji bo wê ne.’’

Diyarbekîr, 11. 02. 2022

Back to top button