PolîtîkRojev

Cîvînek girîng hate li darxistin!

Serok Barzanî li Pîrmamê li gel Hevserokê YNKê Bafil Talebenî civiya. Mijara sereke ya civînê, gihiştina rêkeftinekê li ser serokomariya Iraqê û bihêzkirina yekdengiya Kurd li Bexdayê bû. Piştî hilbijartinên Iraqê serok Barzanî û Pavel Talabanî 3 civîn ji bo yekdengiya Kurda li Bexdayê kirine û herweha di her civînê de behsa postê serokkomariya Iraqê hatiye kirin.

Bê guman Talabanî ji bo li hevhatinek di navbera PDKê û YNKê de pêkwerê serdana Hewlêr kiriye û li gel serok Barzanî civiyaye. Ji xwe Barzanî di hemû peyam û hewldanên xwe de behsa giringiya yekdengiya Kurda li Bexdayê dike. Lê mixabin di nava YNKê de tunebûna yek dengîyekî, dibe sedemek bingehîn alozî derdikeve.

Ji aliyek din ve Behrem Saleh isbat kir ku, ew ne ji bo berjewendiyên Kurdistanê li Bexdayê ye. Heta tu berjewendiya YNKê jî mayina Saleh li ya Bexdayê tuneye. Lê ji bo ku Berhem Saleh keseke ku berjewendiyên xwe li ser her tiştekîre digire û di nava YNKê de jî darkê fitniyê, ihtimale ku, Talabanî dixwaze ew ji Silêmaniyê dûr be.

Behrem Saleh rojek ji roja ji bo Kerkûkê gavek neavêtiye û berevacî pişgiriya kiryarên erebên nijadperest li Kerkûkê kiriye. Behrem Saleh ji bo Kurdistanê ne tiştek kiriye û ne jî dike. Ji bo vê yekê jî mafê BDKê ye ku, Saleh ji Bexdayê û postê serokkomariyê ku ji bo Kurdane dûr bêxe.

Li gora teamûla heyî, serokkomar ji YNKê be wezaret ji bo PDKê ne. Na eger serokkomar bibe kesek ji PDKê hingê wezîr ji bo YNKê ne. Lê ji aliyek din ve, PDK ne li dijê YNKê ye ku kesek ji wan bibe serokkomarê Iraqê. PDK Behrem Saleh naxweze ji ber ku ew keseke, di 16ê Oktoberê de rolek berbiçav leyiztiye û tu cewaziyek navbera Saleh û Lahor de tuneye. PDK xwedî mafê ku deng nede kesayetek ku xwe firotî bibe serokkomarê Iraqê bi navê Kurda.

Ihtimale ku YNK ji derveyê Behrem Saleh berbijêrek din bide kifşkirin PDK qebûl bike û bi vî awayî yekdengiyek di nava Kurdan de li Bexdayê pêkwerê. Bê Guman nakokiya di navbera YNK û PDKê de li Bexdayê, di pêşerojê de bandora xwe li pêwendiyên herdu aliyan li Hewlêr jî dike.

Pêvajoya Iraq û Kurdistan têre derbas dibe ji hemû demî zîztir e. Li başûrê Kurdistanê tişta ku Kurda bi hêz bike yekrêziya wan e. Bê guman di vê pêvajoyê de gerek siyaseta milisên Iraqî, helwesta dewletên cîran û rewşa PKKê jî gelek bi hesasî berbiçav bê girtin.

Niha çav li van 2-3 rojan li encamê civîna nabvera serok Barzanî û hevserokê YNKê pavel Talabanî ye. Tişta ku dixweyê di heva siyasî de rêkevtinek tê li darxistin û Kurd bi hevre tevdigerin.

Back to top button