Li Tirkiye 14 hemwelatiyên Îranî bi tohmeta ku ji bo istixbarata Îranê kar dikin hatin binçav kirin. Li gora gahdariyan MIT a Tirkiye û Ewlehiha Stanbulê 14 hemwelatiyên Îranê girtine. Ev 14 kes ji bo Îstixbarata Îranê kar dikin, û Îranê ji wan xwestiye ku hinek hemwelatiyên Îranî ji Îranê bazdane û li Tirkiye dijîn li dijê Îranê muxalefetê dikin, birevînin û radestî hukumeta Îranê bikin.
Li gora nûçeya ajansa fermî ya Tirkiye AA, xwediyê Kompanya By Saglam Îhsan Saglam û karmendê wî Morteza Sanjarî hewl didin îraniyê li Tirkiye dijîn birevênin û radestî Îranê bikin. Herweha li gora heman ajansê, Karmendên îstixbara Îranê Seyedmehdî Hosseini û Ali Ghahramannihajiabad fermana ê dide van kesan.
Hukumeta Îranê pereyek zêde serf dike da ku Îraniyên li Tirkiye dijîn û mexalefeta hukumeta Îranê dikin birevîne û bibe Îranê. Sala 2019ê kesek ku berê di artêşa Îranê de efser bû, revandin û birin Îranê.