PolîtîkRojev

Du daxuyanîyên bêhiş

Di nava hefteya derbasbûyî de du hevpeyvîn di medyaya PKK ê de hatin weşandin. Yek ji wan ya endama Konseya Rêveber a KCK ê Besê Hozat bû, ya din jî ya Parlamenterê berê yê DEP ê Hatîp Dîcle bû. Her du daxuyanî bi rastî jî hewceyî vekolin û lêkolînê ne. Ji ber ku di daxuyaniya de tevliheviya PKK ê ya di warê Kurdayetî, Kurdistanîbûn, dagirkerî, azadî, jin û hwd de bi awayekî zelal derket holê.

 Besê Hozat pesna kê daye?

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK ê Besê Hozat ku ji ANF ê re daxuyaniyek du beş da, di gotarê de îfadeyên pirr balkêş hebûn. Gotin ne tenê balkêş bûn, di heman demê de dûrbûna wê ya ji rastiyên dîrokî jî derxist holê.

Di daxuyaniyên Besê de rewş û siberoja Kurdan wiha hate vegotin.

Besê Hozat di van her du gotaran de rewşa kurdan û qedera wan resim kir. Yanî Besê Hozat di gotara xwe de kêşeya Kurd weke kêşeya ku bi hêsanî çareser dibe dibîne û vedibêje. Dibe ku ew, we difikire layingirên ku ew xîtaba wan dike, jixwe bêyî ku bifikirin wê jêre çepika lêdin. Loma jî çend peyvên jiberkirî didane berhev û dixive. Bi taybetî jî, piştî her pirsê behsa azadiya jinê, koletiya jinê û hwd dike. Ji ber vê yekê, wê di axaftina xwe de hewl da ku wêneyek azadîxwaz bikişîne. Lê Besê Hozat nekariye leza xwe bigire û dema ku xwest pesna jinan bide, pesna rojnamevana tirk Sedef Kabaş xist rêzê.

 Gelo Sedef Kabaş kî ye?

 Hozat got: “Sedef Kabaş rojnamevanek jêhatî, rexnegir û akademîsyen e. Ew kesek e ku ji hêla beşên civakî bi baldarî tê guhdarî kirin. Lê rexneyên Sedef Kabaş ên li Erdoganê faşîst xwerî, têr nakin… Di şexsê Sedef Kabaş de jin, rojnamevan û rewşenbîr tên tirsandin. Faşîzm çi bike bila bike, êdî nikare zêde encam bigire.”

Sedef Kabaş kî ye? Sedef Kabaş rûyê Kemalîst ê dewleta Tirk e.

 Kemalîzm li hemberî kurdan çi ye? Faşîzm, qirkirine û înkar e.

Belê Sedef Kabaş Kemalîst e. Ew parêzvana dewleta Tirk e. Keseke ku dema Efrîn hat dagirkirin derket ser kanalên televîzyonên Tirk û got; “Operasyona Efrînê gavek pirr rast e, lê dereng ma ye, pêdvîbû berî niha bihata kirin.” Li vîdeoyên Sedef Kabaş ên kevn binêrin, tenê têde dijminatiya Kurdan heye. Heya ku ew dijî muzakereyên çareseriyê aşîtîyê bû û ev hewle jî xeternak didîtin.

Gelo Sedema bêhişmendiya Besê Hozat ku pesnê kesekî wiha dide çi ye? Helbet tevliheviya fikrî ya Kurd û Kurdistanê û windakirina têgihiştina netewî ye.

Evdila Ocelan ji sala 1999 ê ve bi eşkere û nepenî hewl dide ku Kurdan bike dostê kemalîzmê û dixwaze bi xebatkar, partî û hemû kurdan bide bawerkirin ku îdeolojî-sîyaseta Kemalîzmê dostê Kurdan e. Hewl dide Kurd dîroka Kemalîzmê ji bîr bikin. Weke ku jenosîda Zîlan, Dêrsim û hwd tune, tevdiger e. Apo Dixwaze rûyê kemalîzmê pak nişan bide, weke ku ne ew îdeolojiya ku kurdan dike tirk û wan qirdike. Ji ber vê yekê jî PKK û tevgera wê ya siyasî “kemalîzmê û kemalîstan dost” dibîne. Lê heqîqeta kurdan ev e: Mirov nikare hem kemalîst be, hem jî bibe dostê kurdan. Ev du tiştê pirr zidî hev in.

Evdila Ocelanê ku pesna kemalîzmê dide, nedikare bibe serokekî kurdan û ne jî dikare bibe kesayetek Kurdistanî. PKK ya ku Kemalîstan wek dost dibîne nikare bibe tevgereke Kurdistaanî. Besê Hozat ku pesna kemalîstek wek Sedef Kabaş ya dagirkirina Efrînê diparast dike, nikare bibe nûnera jinên kurd.

Bêhişê Duyem: Hatîp Dîcle

Parlamenterê berê yê DEP ê Hatîp Dîcle bi salan di girtîgehê de ma ye. Gava ku mirov li serûberê wî dinêre, dibêje ku qey ew mirovekî aqilmend û ji sîyesetê fahm dike ye. Lê bi axaftina xwe ya di bernameyeke televizyonê de wek xortekî 18 salî axivî.

Dema ku Hatîp Dîcle çûyîna Barzanî ya Tirkiyeyê rexne dikir, di kanala PKK ê ya Medya Haberê de ev tişt got: “ ji dema Şerê Cîhanê yê yekem armanca hêzên emperyalist avakirina Kurdistaneke biçûk bû. Çêkirina Kurdistaneke biçûk û fedakirina parçeyên din ên Kurdistanê bû. Serok Ocelan vê yekê wek xefika Kurdan dibîne.” Axaftina Hatîp Dîcle nîşaneya bêhişbûnê ye. Ne hişmendiya dîrokî, ne hişmendiya rojevî, ne jî hişmendiya kurdewarî pê re heye. Di dîrokê de emperyalîstan tu carî hewl nedaye ku Kurdistanekê ava bikin. Her cara ku kurd rabûn ser piyan, bi hemû hêza xwe rê li ber guhertina sînorên Iraq, Tirkiye û Îranê yên ku wan dewletan çêkirî û li serme Kurdan ferzkirî, digirtin. Îngilîzan Şêx Mehmûd Berzencî bombebaran kir. Mehabad bi tenê ma. Kîjan hêza emperyalîst piştgirî da kîjan Têkoşîna Serxwebûna Kurdistanê?

Heger bi vî awayî piştgirîya kurdan bihata kirin û ji Şerê Cîhanê yê Yekemîn vir ve bajarekî kurdan bi navê Kurdistanê hebûya, kurd nediketin ber xetera tunekirin, qirkirin û asîmîlasyonê ya wiha. Ji ber vê yekê ye ku em hemû weke bînahîya çavê xwe li hebûna Herêma Kurdistanê dinêrin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bingeha hebûn, pêşeroj û têkoşîna siyasî ya Rojhilat, Rojava û Bakurê Kurdistanê ye.

Heger Başûrê Kurdistanê ji sala 1991 ê û vir ve defakto nebûya, Bakurê Kurdistanê di nava westiyan de bû û pêvajoya Rojava pêş nediket. Ji hêla Hatîp Dîcle ve nedîtina vê rewşê bi paradigma Evdila Ocelan ve rasterast girêdayî ye.

Paradîgma, urf, adet, hest û tevgerên civakî, ji parzûna hişmendiya mirovan pêk tîne. Di mirov de redkirin û qebûlkirina tiştekî jî bi vê rastîyê ve girêdayî ye. lê Binêrin, her du kes jî, di parzûnê Kemalîzmê re dikarin derbas bibin, lê tevger û serokên din ên siyasî yên kurd nikarin. Tirkiye dikare ji têgeha wan a hişmendî derbas bibe, Sûriye dikare derbas bibe, lê Kurdistan nikare, dewleta Kurdî nikare. Ev paradîgmaya û ontolojî ya PKK ê ve girêdayî ye.

Hatîp Dîcle kevin da jî paradîgmaya xwe pir baş îzah kiri bû. Wî digot “Me fikra dewleta Kurdî avêt teneke gilêşî de.” Belê, pirr rast e  Pkk ê fikra Kurdistanê avêtiyê teneke gilêşî de. Lê belê çima zarokên kurd ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û demokratîkbûna Sûriyeyê jîyana xwe ji dest didin? Çima li pey van mirovên bêhiş dimeşin?

Darkamazi

Back to top button