CivakRojev

Weneyên Ocalan rakirin

Wek tê zanîn çekdarên PKKê bi hemahengî û hewkariya milîsên Heşdî Şeibî li Şingalê bicîh bûne û gelek wêne û pirtûkên Ebdula Ocalan dixwestin belav bikin.

Artêşa Iraqê ew standa ji aliyê çekdarên PKKê ve hatibû danîn rakirin û wêneyên Ocalan ên hatibûn daliqandin jî hemû kom kirin û ew çalakî belav kirin.

Ev yek di vîdeoyekî de ku, di medya civakî de belav kirine dixweyê.Fermandarê firqeya 20 a artêşa Iraqê Lîwa Rukin Esîr Rubeyî, gef li çekdarên PKKê dixwe û behsa cezayên herî tund dike.

Lîwa Rukin Esîr Rubeyî Al a Iraqê li cîhê wêneyên Ebdula Ocalan daliqand û ragehand: Ew kesê Al a Iraqê ji vê derê rabike û wêneyên terorîstekî dayne, li heman cîh ezê darve bikim.

Back to top button