PolîtîkRojev

Serokwezîr ligel konsul û nûnerên welatan civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

ligel konsul û nûner û dîplomatên welatan ên li Herêma Kurdistanê civiya.

Di civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî ronahî xiste ser rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û çaksaziyên Kabîneya Nehem û pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal û guherîn û geşedanên herî dawî yên Iraq û navçeyê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa hewldanên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kir, ku divê hikûmetek bibe ku xizmeta hemû welatiyên Iraq û pêkhateyên cuda bike û bibe sedema îstiqrara aştî û asayîşa Iraqê.

Mesrûr Barzanî tekezî li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê bi awayekî berdewam xebitiye, da ku pêwendiya herî baş ligel hikûmeta federal pêk bîne û hemû kêşe bi awayekî bingehîn û li ser bingeha destûrê werin çareserkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser bernameya Hikûmeta Herêmê bi arasteya hemecûrkirina aborî û zêdekirina çavkaniyên dahatê û kêmkirina xerciyan û rêkûpêkkirina bacan û hêsankarîkirina ji bo veberhênerên biyanî û navxwe û dîjîtalkirina xizmetguzariyan ku pêngaveke girîng e ji bo pêşvebirin û bihêzkirina hemahengiya navbera saziyên hikûmetê bi awayekî modern û hevdem û kêmkirina gendeliyê bi awayekî ku xerciyên rojane yên hikûmetê, bi sîstea online û bi awayekî şefaf û zelal werin encamdan.

Herwiha tekez kiriye ku tevî nakokiyên siyasiyan li Iraq û Herêma Kurdistanê, wan weke hikûmetê nehiştine kêşe û nankokî, rengê xwe di nava Hikûmeta Herêmê de bide, berevajî vê, pêwendî û hemahengiyeke baş di navbera endam û beşdarên Kabîneya Nehem de heye.

Mesrûr Barzanî destnîşan kiriye ku Herêma Kurdistanê faktoreke girîng a seqamgîriyê ye li navçeyê û pêwendiyên dostane ligel welatên cîran û pêşvebirina pêwendiyên ligel civaka navdewletî bi giştî dixwaze. Herwiha amaje bi girîngiya berdewambûna alîkarîkirin û hemahengîkirina ligel Herêma Kurdistanê kir ji bo rûbirûbûna gefên terorîstên DAIŞê, bi taybetî li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê, bi rêya nehiştina valahiya ewlehiyê li wan deveran û aktîvkirina navendên hemahengiya ewlehiyê ya hevbeş di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê de.

Di beşeke din a civînê de, Serokwezîr bal kişand ser kêşeya koçberan û rêkarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna koçkirina neyasayî.

Di dawiya civînê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bersiva têbînî û pirsyarên amadebûyan da.https://www.youtube.com/embed/yBqSwdJqKwI

Back to top button