Behînameyek ji Serokê Herêma Kurdistanê

Peyama sersaxiya Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo koça dawiya Qedasetê Patriyark Mar Edayê duyem:

Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya Qedasetê Patriyark Mar Edayê duyem, Patriyark û Serokê Dêra kevnara Rojhilatî li Iraq û cîhanê gihîşt me.

Bi vê helkefta xemgîn bi germî pirse û sersaxiyê li welatîyên Krîstiyan li Kurdistan û Iraq û tevahiya peyrewên dêra kevnara rojhelatî dikim û hevbeşê xema wanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê xwedê jêrazî bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê bi kesukar û hemû aliyek bibexşê.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
12.02.2022

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: