CîhanRojev

Pirsgirêka UKRANYA gotubêj kirin!

 Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bi rêya telefonê hevdîtinek pêkanîn û mijara hevdîtina wan pirsgirêka navbera Rusya û Ukranyayê bû. Axavtina herdu serokan bi telefonê zêdeyî demjimêrekî berdewam kir.

Pêştî axavtina Biden û Putîn Qesra Sipî di derbarê naveroka axavtinê de daxûyaniyek belav kir.

Qesra Sipî di daxûyaniyê de dibêje: Rusya li ser tixûbê Ukranya hezek zêde cihkiriye, eger Rusya  hewlbide Ukranya dagir bike, dê Amerika li gel hevpeymanên xwe bersivekî bide. Biden gotiye ku, Rusya destwerdaneke din li Ukranya bike, evê bibe sedemek ku Rusya zererek mezin bibîne. Êrîşa Rusyayê li himber Ukranyayê dibe sedemê karasetek mirovatî û Rusya bê rûmet dibe.

Berdewamiya daxûyaniya Qesra Sipî de hatiye ragihandin ku, Biden ji bo çareseriya vê pirsgirêkê dixwazê rêyên diplomatîk bêne bi karanîn, herweha Biden di helwesta xwe de eşkere kiriye ku ew û hevalbendên xwe ji bo senaryoyên din jî amade ne.

Kremlîn jî piştî dawîya hevdîtina herdu serokan daxûyaniyek ragihand. Kremlîn jî dibêje ku di hevdîtinê de pirsgirêka Ukranya hatiye axavtin.

Cîgirê Putîn, Yuriy Ushakov ji rojnemevanan re axivî û got: Putîn behsa dîroka pêwendiyên Amerika, NATO û Rusyayê kir û gotiye ku, ev yek bûye sedemê pirsgirêkan.Putin gotiye ku, di dema şerê sar de Sovyet û Amerika dijê hevbûn, lê di salên 90î de em bûn dostê hev.Amerika û NATO li himber Rusyayê siyasetek ne rast  rêve dibiran.NATO qada xwe berfireh kir û welatên nû bûn endamê NATO yê. Tixûbê NATO yê nêzikî Rusya bû.

Back to top button