Ayhan Bilgen parlementer û berdevkê HDPê û serokê Şeredariya Qersê yê HDPê yê berê, dema ji HDPê îstifa kir û di medyayê de sedemê îstifa xwe da xûyakirin gotubêjek nû destpêkir. Herweha Bilgen niha hewldide partiyekî nû avabike. Taybetî di meya civakî de hinek aligirên HDPê gelek rexneyên tund li Ayhan Bilgen dikin û dibêjin : Ji bo ku Bilgen nebû hevserokê HDPê ji partiyê veqetiya…
Ayhan Bilgen di derbarê rexneyên lê têne kirin de, Ji rojnemeya Milliyetê Namik Durukan re axivî. Bilgen dibêje ku, di derbarê min de kampanyayek hatiye vekirin. Herweha behsa bûyera Roboskî jî dike û dibêje: “ HDP ji bo “pêvajoya çareseriyê“ perdeyek kişand ser bûyera Robiskî û ew bûyer nixumand. Bilgen dibeje ku, eger kampanya li dijê min berdewam be, ezê agahdariyên gelek girîng belav bikim.Bilgen dibêje: Du kongreyan de ji minre teklif hate ku ez bibim hevserok, lê kulîsên din hate kirin. Lê welê didin xûyakirin ku heç ku min daxwaz kiriye ez bibim hevserok. Eger di vê derbarê de ez bême tawanbar kirin,ezê her tişta ku rûdayê bi zelalî eşkerebikim. Bila min mecbûr nekin ez nivîsên ku hatin ji Komîteya Reveberi re eşkere bikim.