CivakRojev

Musa Karker koça dawî kir..

 Endam û çalakvanek bi navûdeng ê PDKT(KUK)ê, Musa karker encama nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da. Musa Dag (Musa Karker) di nav refên PDKT(KUK)ê de li herêma Mêrdînê kesayetek çalakvan xebatkarek hêja bû. Musa bi kesayeta xwe û tebietê xwe yê taybet di nava hemû hevalan de gelek dihat hijkirin û evîndarê doza xwebû. Musa ji ber çalakiyên xwe demekî di zindana Diyarbekirê de ma û îşkence dît.

Musa xebatkarek li ser rêbaza Barzanî bû . Musa li gora xwe xebatek ji dil û keyf dikira. Civata ku Musa lê bû, cihê ken û xweşiyê bû. Bila hezar cara rehmeta xwedê li giyanê Musabe. Em wek karmendên Rojevakurd,  di serî de ji mabata Musa re û duvre hemû heval û hogirên wî re sersaxiyê dixwazin. Bila serê me hemûya saxbe..

Back to top button