
Ji raya giştî re
Zimanê kurdî jî weke gelê kurd pirbeş, pirzarava û piralfabe ye ku ev pirsgirêkên zimanî ji zû ve ye ku ji aliyê hin derdoran ve weke astengên mezin yên li hember yekîtiya neteweyî tên nirxandin û pêşniyarên jakobenîst û şowen ji bo çareseriyê tên kirin. Dîroka me ya nêzîk bûye şahida hin hewldanên sepandina zaravayekî li ser zaravayên din an jî ya alfabeyekê li ser alfabeyên din. Divê were destnîşankirin ku hewldanên bi vî rengî dikarin nakokiyên gellekî mezin û ciddî yên siyasî û bi taybetî jî çandî di civata me ya pirbeş û bêdewlet de bide avakirin ku çareseriya wan dê dijwartir be.
Welat û hikumetên ku ji sedsala 19’an ve li seranserê cîhanê ketine nava hewldana sepandina zarava û alfabeyan ya li deverên pirziman û pirzarava û piralfabe, dawiya sedsala 20’an li vê siyaseta xwe poşman bûne û êdî hewl didin ku cîhêrengiya zimanan weke rengên dewlemendiya çandî û dîrokî werin parastin.
Di nava Kurdan de, ji ber parçebûyina axê, biryar û siyasetên di mijara zimanî de divê bi hesabine gellekî kûrtir û dûrtir werin kirin û divê neyê jibîrkirin ku di vê rewşa hessas de ev cîhêrengiya zimanî ya ku dewlemendî û hêza me ye li dijî Kurdan jî dikare were bikaranîn. Ji ber wê ye ku ji dêleva kûrtirkirina cudahiyên Kurdan, divê hewldanên maqûl bikevin nava tevgerên nêzîkkirina Kurdan û li rêyên parastin û bihevrejiyîna wan bigerin.
Her bi vê armancê ve, van demên dawîn li Başûr û Bakurê Kurdistanê, bi du konferansên berfireh ku zêdetir ji 400 kesan beşdarî wan bûn, nîqaşên berfireh hatin kirin, ji bo parastina yekîtiya neteweyî li rêyên bihevrejiyîna zarava û alfabeyan hate gerîn û di vê rêyê de hin pêşniyarên rastbîn li rayedarên civaka kurdî hatin kirin.
Digel van hewldanên çareseriyê, hin derdorên ku bi motivasyonên siyasî ve tev digerin û tim nîşan dane ku li dijî lêgerînên çareseriyê ne, hê jî bi israr dixwazin zaravayekê û alfabeyeke kurdî li Başûrê Kurdistanê bidin fermîkirin û ferzkirin. Hefteya bihurî daxuyaniyek li ser navê hin nivîskar û roşinbîrên kurd ku xwe weke « Grûpa Insiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî » dane naskirin hate çapkirin ku tê de, bi zimanekî tûnd û piçûkxistinê, argumentên çewt û pûç li dijî alfabeyên kurdî yên din hatine bikaranîn û heqaret li zêdetir ji 400 lêkolîner, nivîskar, zimannas û roşinbîrên kurd hatiye kirin ku ji her parçe û beş û bîr û baweriyên civaka Kurdan bûn, bi dilxwaziyeke kurdewarî li Hewlêr û Amedê beşdarî wan herdu konferansên zimanî bûbûn û li rêyên bihevrejiyîna « hemû Kurdan » geriyabûn.
Em jî dixwazin bi vî awayî nerazîbûna xwe ya li hember wê şêwazê û wan heqaretên kirî bi raya giştî ve bidin zanîn û balê bikişînin ser ku her tevger û hewldaneke ku bide pey sepandina zaravayekê li ser zaravayên din û alfabeyekê li ser alfabeyên din, alîkariya neyarên Kurdan dikin ku dixwazin Kurdan parçe bikin. Em di wê baweriyê de ne ku hewldanên mîna daxuyaniya wan hevalên me yên başûrî li hember yekîtiya bîr û civak û çand û bi giştî li hember yekîtiya gelê kurd xeteriyeke mezin e û tovên xirabiyê di nava xwe de vedihewîne. Jakobenizma ku ji zû ve têk çûye di vê rewşa gelê kurd û di vê pêvajoya siyasî ya hessas de « xeyrî ciddî » ye û esasen ev helwêst bi xwe « lîstina bi agirî » ye. Insiyatîfeke bi vî rengî ku xwe weke « Grûpa Parastina Zimanê Kurdî » dide naskirin, gelo dê bi vê şêwazê û bi vê helwêstê çawa bikare zimanê kurdî biparêze ?!
Bi ya me, pirzaravayî û pirçandî û piralfabeyî li hember yekîtiya neteweyî nabin asteng û divê ev taybetmendiyên civaka kurdî weke dewlemendiyên wê û weke hêza wê werin pejirandin û parastin. Kom û qewm û netewe bi biryar û hêvî û daxwazên hevpar tên avakirin, ne li ser wê ku herkes heman kirasî bi heman rengî li xwe bike.
Ji ber van sedem û hessasiyetên civaka kurdî, em bangê li hemû alî, dezgeh, rêxistin, partî, kes û rayedarên civaka kurdî dikin ku xema me ya bingehîn divê li ser yekkirina civaka kurdî be, ne dabeşkirina wê be.
Em « tesbît û pêşniyarên » herdu Konferansên Zimanî yên Hewlêr [Îlon 2011] û Amedê [Adar 2012] maqûl dibînin û dibêjin ku li şûna ziman û reftara êrîşkar, pêwîst e ku di nav diyalogeke germ de nîqaşên zanistî werin kirin, da ku mirov ji hevdu fahm bike, pirsgirêkên xwe bi hemû aliyên wan ve baş binase û bi metodên zanistî li rêyên maqûl yên çareseriyê bigere.
15. 09. 2012
Piştgirên daxuyaniyê yên pêşîn
Dr. Îbrahîm Seydo Aydogan
Rojan Hazim
Dr. Abdilwehab Xalid Mûsa