Bertekên nîşandayî yên dij fîlma "Mesumîyeta Misilmanan" çiqas rast e?
Berteka li dijî fîlma bi navê “Mesûmîyeta Misilmanan”, bi kuştina balyozê Amerîkayê yê Lîbyayê destpêkir. Di serî de Lîbya, Tunus, Misir û Yemen, li çar aliyê welatên misilman, li hemberî vê fîlmê êrîş pêk tên, şewat derdikevin, kuştin çêdibin û dîmenên şîdetê derdikevin holê. Gelo ev bertekana yên bi vî rengî çiqas rasyonel in? Çima şûna van bertekên ku bi kuştinan û şîdetê bi dawî dibe, misilman, li hemberî bûyerên bi vî rengî, yên provokekirî, bertekên demokratîk û çalakiyên sivîl û dûra şîdetê nikarin bikarbînin? Heta çima bi rê û rêbaza zanistî ew derewên çend mirovên bêaqil û provokatîf pûç nakin û derew dernaxînin? Gelo rê û rêbaza rast ne ew e ku, li gor ola Îslamê ye jî?
Dema fîlma ku ji 14 xuleka pêk tê temaşe dikî, bi awakî eşkere dibînî ku, fîlma “mesumîyeta Misilmanan” bi temamî li ser têgeheke biçûkxistin û hov nîşandayî hatiye çêkirin. Ji aliyê teknîka sînemayê de jî, ji aliyê pevxistin û zimanê sînemayê de be jî, fîlm, ne fîlmeke ku li ser bisekinî û hesabên cidî jê bikî. Çimkî bi xebateke vî rengî re mirov nikare bibêje fîlm jî. Çimkî eşkereye ku, ji aliyê çend kesên xwestine dijmintiya li dijî Îslamiyetê gurr bikin, û zêdetir jî nêvengê teslîma şîdetê bikin, rêyeke wisa ceribandine. Bi vê berteka ku şîdet tê bikaranîn jî, wana xwe ghande armanca xwe. Ger li ser vê fîlmê nesekiniyabûna û cidî bertek nîşan nedabûna, ne ewqas reklama vê fîmê dibû, ne jî ewqas kes jê haydar dibû û temaşe dikir. Em zanin ku, di mantalîta relamkariyê de ev têgeh heye; reklam, her tim reklam e, reklama xirab tine ye.
Berteka hîn dijwartir a ku misilmanan li hemberî “karîkatorê” nîşan dan, nîşana vê fîlmê dane. Kesên ku dixwazin civaka Îslamê bi awakî din nîşan bidin, dema ev dîmen û bûyeran bidestdixin, bêtir li dijî misilmanan dikine malzemeyên rastî berevajîkirinê û bizanebûn bikartînin.
Rastî ew e ku, li dijî bûyerên provoke yên bi vî rengî, ne bi şîdetê û kuştinê û cîhadê, bi zanebûn, xemsarî bigrî destan, rastiyan bi çi rê û rêbazê dibe, wek sînema, şano, civîn û konferansa vebêjî, bi taybet jî civaka welatên rojava re vebêjî. Ancax bi vê rêyê karî hewldanê wan vala derxînî.