Polîtîk

Nûçeyên "kûrê Sirri Sakik hate kuştin" derew derketin, bi xwe, xwe kuştiye

Nûçeyên di derbarê mirina kûrê parlementerê BDPê yê Muşê Sirri Sakik de, yên ku ji aliyê gellek ajans û malperan ve hat îdiakirin ku, Sîdar Heval Sakikê kîrê Sirri Sakik, li Enqerê rasta êrîşeke çekdarî hatiye û jiyana xwe ji dest daye, derew derketin. Kûrê Sirri Sakik, xwe ji şaneşîna mala xwe, xwe avêtiye jêr û dawî ji jiyana xwe anîye.

Vê sibê (15.09.2012) seet di derdorê 04.00 an de, li taxa Dîkmena Enqerê, Sîdar Heval Sakikê 25 salî, kîrê parlementerê Muşê yê BDPê Sirri Sakik ye herî biçûk, xwe ji şaneşîna mala xwe, xwe çekiriye xwarê û xwe kuştiye. Tavilê ew rakirine bexweşxanê lê teva hemû midaxeleyan jî, nehatiye xelas kirin.

Di vê mijarê de BDPê jî daxuyaniyeke fermî da û “xwe kuştina ” Sîdar Heval Sakik piştrast kir. 

Back to top button